Mîkaîl Aslan: Ne dema li birîna hev xistinê ye

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Mîkaîl Aslan Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê Kurd Mîkaîl Aslan derbarê rewşa li Rojavayê Kurdistanê got, “Ne dema li birîna hev xistinê ye, dema hembêzkirina hev e.”

Mîkaîl Aslan her wiha got, “Hêviya me û têkoşîna me ya hebûnê bi dawî nabin."

Hunermendê Kurd Mîkaîl Aslan peyamek li ser rewşa dawî ya Rojavayê Kurdistanê belav kir û bal kişand ser "pêvajoyên çareseriyê" yên li Tirkiyeyê.

Mîkaîl Aslan di peyama xwe de diyar kir ku di pêvajoya çareseriyê ya ewil de dewletê li her derê çiyayên Kurdistanê qereqol çêkirin û di ya duyem de jî Kurd neçar mane ku eniyên xwe radest bikin.

Mîkaîl Aslan wiha got:

"Di pêvajoya çareseriyê ya yekem de dema em ketibûn hêviya aştiyê, dewletê li lûtkeyên çiyayên me yên ku nikaribû kontrol bike qereqolên mîna kelehan çêdikirin.

Di dawiya pêvajoya çareseriyê ya duyem de jî em neçar hatin hiştin ku em wan eniyên ku me li Rojavayê Kurdistanê bi dayîna bi deh hezaran şehîdan li dijî DAIŞê bi dest xistibûn, radest bikin."

"Rojhilata Navîn vegeriya eslê xwe"

Mîkaîl Aslan amaje bi wê yekê kir ku "Celadên împaratoriya tarî careke din berdane ser Kurdan" û wiha pê de çû:

"Îdeala me ya bi hev re jiyîn û jiyandina gel, ol, çand û baweriyan li rûyê hişk ê Rojhilata Navîn ket. Rojhilata Navîn vegeriya eslê xwe...

Lê heke hîn zêdetir xwîn û hîn zêdetir rondikên çavan hebin jî xeyalên me, hêviya me û têkoşîna me ya hebûnê bi dawî nabe."

"Dema hembêzkirina hev e"

Aslan her wiha bangî Kurdan kir ku li şûna birîndarkirina hev, hevdu hembêz bikin û got:

"Ne dema li birîna hev xistinê ye, dema hembêzkirina hev e.

Ez bi hemû dilê xwe li cem xwişk û birayên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê me.

Yê mafdar dereng be jî dê bi ser bikeve."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst