Hewlêr (Rûdaw) - Polîsan li Wan û Amedê midaxeleyî xwenîşandanên ku ji bo balê bikişînin ser rewşa Rojavayê Kurdistanê hatibûn lidarxistin kir.
Di her du bajaran de hevşaredar û siyasetmedar jî di nav de gelek kes hatin desteserkirin.
Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê xwest ji bo balê bikişîne ser rewşa Rojavayê Kurdistanê meşekê li dar bixe.
Xwenîşander li ber Şekerbankê kom bûn ku ber bi Kolana Hunerê ve bimeşin lê belê tîmên polîsan biryara qedexeyê ya Walîtiya Wanê nîşan da û rê neda meşê.
Dema ku kom belav nebû alozî derket. Polîsan bi ava şid û gaza îsotê midaxele kir û xelk belav kir.
Di nava desteserkiriyan de Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Wanê Abdullah Zeydan û Neslîhan Şedal hene ku li cihên wan qeyûm hatiye tayînkirin.
Her wiha Hevşaredarê Qelqeliyê Ecevit Ceylancî, Hevserokê Rêxistina DEM Partiyê yê Wanê Veysî Dîlekçî û Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz jî hatin desteserkirin.
Li Amedê dan û standin bêencam man
Li Amedê jî girseyekê ku di nav de parlamenterên DEM Partiyê û hevşaredar hebûn, xwest êrişên Şamê protesto bike.
Girse li Parka Koşuyoluyê kom bû ku ber bi Qada Deriyê Çiyê ve bimeşe.
Piştî ku dan û standinên bi polîsan re bêencam man, komekê xwest barîkatên polîsan derbas bike.
Polîsan li vir bi gaza îsotê midaxele kir. Ji ber gaza zêde hinek xwenîşanderan ji hişê xwe çûn.
Hat zanîn ku li Amedê jî hinek xwenîşander hatine desteserkirin û dorpêça polîsan li hinek herêman didome.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse