Hisîça (Rûdaw) - Hejmarek jinên Efrînî ku li koçberiyê cîranên hev in, nûçeya tomarkirina navan a ji bo karwanê yekem ê vegera Efrînê bihîstiye lê ew dibêjin ji ber metirsiyên ewlehiyê ew ditirsin û venagerin.
Zekiye Mistefa Murada koçber li ser dilgiraniyên xwe got:
"Em ji tevgera wan ditirsin. Dibe ku li me bixin, me bikujin an me derxin. Em ji ber wê ditirsin."
Koçberê bi navê Aras Şukrî jî bal kişand ser dagirkirina malên wan û anî ziman:
"Eger em vegerin jî çekdarên Emşatê di mala min de ne.
Ez herim ez dê çi ji wan re bibêjim?
Ez bibêjim derkevin dê pirsgirêk çêbibin.
Berî niha kuştin, dizî û pirsgirêk kirine. Ji bo şeref û namûsa xwe em ji wir derketin."
Birêvebirê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxoyê ku berî niha gelek binpêkarî tomar kirine, diyar kir ku niha binpêkarî kêmtir bûne û da zanîn:
"Metirsiya xelkê di cih de ye lê em dibînin ku peyman garantiyê dide.
Rewş hatiye guhertin. Berê komên çekdar hebûn, niha Ewlehiya Giştî heye."
Amadehiyên ji bo vegera 400 malbatî
Yek ji madeyên peymana di navbera HSD û hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê de vegera koçberan e.
Rêveberiya Xweser dest bi amadehiya karwanê yekem kiriye lê ragihand ku hîn dan û standin didomin û wan ti roj ji bo vegerê destnîşan nekirine.
Endama Komîteya Vegera Koçberên ji Efrînê Ferîde Îboyê derbarê amadehiyan ev agahî dan:
"Amadehiya 400 malbatî hatiye kirin ji bo ku derbasî Efrînê bibin.
Ew ji Mabata, Cindirêsê û Şiyê ne.
Roja wê heta niha nehatiye diyarkirin ji ber ku hîn rêkar hene."
Xelkê Efrînê yê ku bajarê wan qurbaniyê yekem ê şer bû, niha li bajar û bajarokên parêzgeha Hisîçayê di nav 150 navendên koçberan û di nav malan de dijîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse