Mesrûr Barzanî 2 milyar dînar bo ziyanpêketiyên lehiyê terxan kir

19-03-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî 2 milyar dînarên Iraqî weke alîkarî ji bo ziyanpêketiyên lehiya li parêzgeha Duhok û navçeya wê Zaxoyê terxan kir.

Li ser fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî  îro Pêncşemê 19ê Adarê 2 milyar dînar bo ziyanpêketiyên lehiya Duhok û Zaxoyê hat terxankirin

Li ser erkdarkirina Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî  dê sibe 20ê Adarê  şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed serdana ziyanpêketiyên Duhok û Zaxoyê bike.

Biryar e bi ferma Serokwezîrê Herêma Kurdistanê 2 miliyar dînar weke hevkarî ji bo zerarmendên lehiya Duhuk û Zaxoyê were xerckirin.

Pêştir Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî milyarek dînarê Iraqî weke alîkarî ji bo ziyanpêketiyên lehiya li parêzgeha Duhokê veqetand.

Bi sedema barîna rêjeyeke zêde ya baranê û çêbûna lehiyê li sînorê parêzgeha Duhokê, zirar gihîştiye zêdetirî 400 mal, 200 otomobîl û bi sedan dikanên welatiyan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst