Kampa Holê - Asayîş li pey şaneyên razayî yên DAIŞê ye

19-04-2025
RÛDAW
Nîşan Kampa Holê Asayîş Operasyon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Asayîşa Rêveberiya Xweser li Kampa Holê ya parêzgeha Hisîçaya Rojavayê Kurdistanê operasyonek kir.

Hêzên Asayîşê roja înê dest bi operasyona ewlehiyê kir.

Armanca operasyonê ew e ku şaneyên razayî yên DAIŞê yên li Kampa Holê werin hilweşandin.

Endamê Birêvebiriya Giştî ya Asayîşê Hêlat Mihemed got:

“Operasyon di demekê de ye ku şaneyên razayî yên DAIŞê di nava kampê de dest bi liv û tevgerê kiriye.”

Li gorî Asayîşê, şaneyên razayî yên DAIŞê ji hundir û derveyî kampê hewl didin aloziyan derxînin, çekan dişînin nava kampê û alîkariya xelkê dikin ku ji kampê birevin.

Di operasyonê de hejmarek kes hatin desteserkirin ku guman heye endamên rêxistina DAIŞê bin.

Asayîşê her wiha dest danî ser hinek çek û amûrên pêwendiyê.

Endamê Birêvebiriya Giştî ya Asayîşê Mehmûd Husên jî anî ziman:

“Serê sibeha îro, me Kampa Holê dorpêç kir, bi taybetî beşê Elfayiza ku cihê jinên DAIŞî ye.

Armanca vê operasyonê şopandina şaneyên razayî yên DAIŞê bû ku li nav û derdora kampê ne.”

Zêdeyî 40 hezar kesî li Kampa Holê hene ku piraniya wan jin û zarok in û malbatên çekdarên DAIŞê ne.

Nêzîkî 16 hezar ji niştecihên kampê Sûriyeyî ne, nêzîkî 15 hezar jî Îraqî û yên din jî xelkê welatên din in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst