Li Êlihê dema çandina zebeş û petîxan dest pê kir

19-05-2025
RÛDAW
Cotkar tov direşînin /Wêne: AA
Cotkar tov direşînin /Wêne: AA
Nîşan Êlih Kercos Zebeş Petîx
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cotkarên li gundê Balanê yê navçeya Kercosê ya Êlihê dest bi çandina zebeş û petîxan kiriye.

Li Deşta Kercosê berî çend rojan demsala çandina zebeş û petîxan dest pê kir.

Cotkar piştî ku erdê xwe cot dikin û ji çandinê re amade dikin tovên zebeş û petîxan direşînin.

Cotkar Huseyin Badakol, "13-14 sal in ez cotkariyê dikim, em difroşin Êlih, Midyad û Mêrdînê.

Em carna kar dikin û carna zerer dikin. Ne diyar e, bila nanê me derkeve bes e."

Ji ber germbûna hewayê cotkar berî roj derkeve demjimêr 04:00an dest bi kar dikin û demjimêr 10:00ê sibehê dev ji kar berdidin.

"Kar ê me ye û ax a me ye"

Cotkar Eyup Çetîn wiha behsa karê xwe kir:

"Em li vê derê du kes dixebitin. Yek traktorê diajo û yek jî li piştê dendikan direşîne nav axê.

Kar ê me û ax a me ye. Me tovên xwe reşandin û înşelah heta mehek du mehan em dê berhem bînin."

Li gorî amarên Saziya Çandinî û Daristanê ya Êlihê yên sala 2024an, li wê parêzgehê 24 hezar û 562 ton zebeş û 8 hezar û 864 ton petîx hatine hilberîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst