Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî derbarê pêvajoya çareseriyê de peyamên girîng dan û ragihand ku ew li bendê ne ku xebatên di vê çarçoveyê de heta dawiya salê bi dawî bibin.
Serokê MHPyê Devlet Bahçelî îro di hevdîtina xwe ya bi hejmareke nûnerên medyaya Tirkiyeyê re de derbarê pêvajoya çareseriyê de axivî û çend nirxandinên berfireh kirin.
Bahçelî bal kişand ser girîngiya komîsyona ku li Parlamentoya Tirkiyeyê ji bo pêvajoyê hatiye avakirin û tekezî li ser wê yekê kir ku divê hemû partiyên siyasî piştgiriyê bidin xebatan.
Serokê MHPyê ragihand ku tevgerîna li gorî banga Rêberê PKKê Abdullah Ocalan a ji bo fesihkirinê, derî li pêşketinên erênî vekiriye û şewitandina çekan li şûna veşartina wan wekî "helwesteke bi wate" bi nav kir.
Bahçelî diyar kir ku veşartina çekan dikare were wateya ku paşê werin derxistin û cardin werin bikaranîn, lê şewitandina çekan tê wateya "em dê careke din destê xwe nedin çekan."
Bahçelî da zanîn ku MHP ji bo pêkhatina rewşa aştiyê bi awayekî ji dil dixebite û got ku "xwedîderketina Kurdan li xebatên ku tên meşandin û piştgiriyeke temam yek ji temînatên serkeftina pêvajoyê ye.”
Bahçelî mînakek da û got ku wî demeke nêzîk li televîzyonê dîtiye ku ciwanekî 14-15 salî li kolanên Amedê bi şev di destê wî de dondurme heye û digere û ev dîmen wekî nîşaneya bipêşketinên bi hêvî bi nav kir û got:
"Êdî dema wê hatiye ku li şûna hêsirên çavan, jiyan asayî bibe û welatî li her derê bêyî fikar di nava aramiyê de bijîn."
Serokê Giştî yê MHPyê di dawiya axaftina xwe de careke din ducare kir ku ew li bendê ne ku xebatên derbarê pêvajoyê de heta dawiya salê biqedin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse