Mezlûm Ebdî salvegera şoreşê pîroz kir: ‘Qonaxeke diyarker bû’

19-07-2025
RÛDAW
Nîşan Mazlum Ebdî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê HSD
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermanderê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî 13emîn salvegera Şoreşa Rojavayê Kurdistanê pîroz kir.

Şoreşa Rojavayê Kurdistanê di 19ê Tîmeha 2012an de dest pê kiribû.

Mezlûm Ebdî ji ser hesabê xwe yê Xê li ser Şoreşa Rojavayê Kurdistanê peyamek belav kir û wiha got:

"Em salvegera Şoreşa 19ê Tîrmehê ku di rêya serkeftina Şoreşa Sûriyeyê de qonaxeke diyarker bû li gelê xwe û li şervanên jin û mêr ên Hêzên Sûriyeya Demokratîk pîroz dikin.

Em şehîdên xwe bi hemû rûmetê bi bîr tînin. Her wiha em şehîdên parêzgeha Siwêdayê jî bi bîr tînin.

Em silavê li wan hewldanan dikin ku ji bo piştgiriya aştiya civakî bûn sedema ragihandina agirbestê.

Ji bo xurtkirina aramiyê û parastina paşeroja nifşên xwe, em pebendbûna xwe bi prensîbên Şoreşa 19ê Tîrmehê re tekez dikin."

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst