Li Bedlîsê qeza: Bav û kur mirin

19-08-2025
RÛDAW
Nîşan Bedlîs Xelat Kamuran Duranay Hamza Duranay
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Xelatê ya parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê bav û kur di qezayeke trafîkê de mirin.

Bûyer li Sîteya Pîşesaziyê ya Selçukluyê ya li navçeya Xelatê ya Bedlîsê çêbû.

Li gorî zanyariyan, otomobîleke ku welatiyê bi nave S.S. diajot, ji paş ve li motosîkleta ku Kamuran Duranay diajot û kurê wî Hamza Duranay jî li ser bû, qelibî.

Di bûyerê de şofêrê motosîkletê Kamuran Duranay û kurê wî Hamza Duranay bi giranî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirina welatiyan, polîs, cendirme û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.

tîmên tenduristiyê bav û kurê wî yê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Xelatê lê tevî hewldanên bijîşkî her duyan jî canê xwe ji dest dan.

Hat ragihandin ku şofêrê otomobîlê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst