Li Bedlîsê agir bi goristana dîrokî ket

02-08-2025
Nîşan Bedlîs Xelat Goristan Agir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Xelatê ya parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê, agir bi goristana dîrokî ket.

Li taxa Kelehê ya navçeya Xelatê îro ji ber sedemeke nehatiye zanîn agir bi goristana navçeyê ket ku gorên dîrokî jî di nav de ne.

Li ser agahdarkirinê tîmên agir vemirandinê û polîs çûn cihê bûyerê.

 Agirê ku bi bandora ba belav bûbû ji aliyê tîmên agirvemirandinê ve hat vemirandin.

Ji ber agir kêlên hinek gorên dîrokî zerer dît.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst