Hunermenda mesihî wêneyên pêşmerge dinexşîne

19-10-2016
Nasir Elî
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Mesîhî Hunermend Pêşmerge
A+ A-

Duhok (Rûdaw) -  Ji ber lehengiya pêşmerge û parastina deverên mesîhiyên deşta Nînowayê, hunermendeka mesihî dest bi çêkirina wêneyên serkirde û şehîdên pêşmerge kiriye.

 

Nesîma ew hunernemda mesîhî ye ku şer û berevaniya Hêzên Pêşmerge ya li deşta Nînowayê, bandorek mezin li wê kiriye. Lewma jî wê biryar daye ku dest bi çêkirina wêne û portreyên serkirde û şehîdên pêşmerge bike.

 

Şehîd Ekrem Doskî yek ji wan pêşmergeyan bû ku li navçeya Tilsiqûf a nêzîkê Elqûş a devera mesihiyan şehîd bû.

 

Derbarê vê yekê de Nesîmayê ji Rûdawê re got: “Her kesên wêrek bin ez hez ji wan dikim. Şehîd Ekrem Doskî, birayê wî û şehîdên din ên pêşmerge, pir leheneg û mêrxas bûn. Min ev wêne ji bo bîranîna wan çêkirine.”

 

Nesîma dibêje, “Serok Barzanî, pêşmerge û hikûmeta Kurdistanê ser çavên me ne. Ji sedî 100 baweriya me bi wan tê lê baweriya me bi hikûmeta Iraqê nayê.”

 

Hunermenda Mesîhî ku bixwe xelkê navçeya Elqûş a deşta Nînowa ye, mala xwe kiriye mûzexane û her roj bi dehan kes serdana mala wê dikin.

 

Nesîma ev 30 sal in wênayan çêdike û ev 5 sal e jî tabloyên wê diçine derveyî welat. Wê heta niha 20 pêşangeh vekirine û pêşangeha dawîn jî li ser pêşmerge ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst