Li dadgeha Amedê doza kuştina Tahîr Elçî birêve diçe

19-10-2020
RÛDAW
Nîşan Tahir Elçi
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Derdora 5 sal di ser kuştina serokê berê yê Baroya Amedê Tahir Elçî re derbas bûn, dosya doza wî hatiye temamkirin û dê roja 21ê Cotmehê rûniştina yekemîn ya dadgehê birêve biçe, û rûniştin li 10mîn dadgeha cezayên giran a Amedê birêve diçe.

Biryar e roja Çarşemê 21ê Cotmeha 2020an doza serokê berê yê Baroya Amedê Tahir Elçî 10mîn dadgeha cezayên giran a Amedê birêve diçe. Xanima Tahir Elçî, Turkan Elçî jî weke parêzerê stajer beşdarî yekemîn rûniştina dadgeha doza hevjînê xwe dibe.

Di dosyayê de 3 fermanberên polîs û kesekî bi navê U.Y, ku di dema kuştina Tahir Elçî de gule berdane polîsan, weke tohmetbar hatine tomarkirin. 

Herwiha di dosyayê de gotinên gelek şahidan, tomarên bêtêlên polîsan yên dema bûyerê, û raporta kesên pispor jî cî digrin.

Kolana ku Tahir Elçî lê hatibû kuştin, hejmareke mezin a polîsan lê bûn, Baroya Amedê amaje bi wê yekê jî daye û gotiye, polîsên ku gule berdidan cihê gumanê ne û daxwaza wergirtina gotinên wan kiribûn, lê nehate qebûlkirin, û tenê gotina 15 polîsan weke şahid hate wergirtin.

Roja 28ê Mijdara 2015an, serokê wê demê yê Baroya Amedê Tahir Elçî bû armanca êrîşeke gumanbar, û derdora 5 sal di ser kuştina wî re derbas bûn, lê heta niha encamder nehatine girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst