Li Qersê ji ber êrişa guran 35 serî pez mirar bûn

19-11-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê 2 guran êrişî keriyê pez kirin û di encamê de 35 mih mirar bûn û hejmarek jî wenda û birîndar bûn.

Li Gundê Cala yê ser bi navenda Qersê ve duh sibê zû şivanê gund 700 serî pezên welatiyên bi navên Birdal Ugurlu, Ensar Ugurlu û Gul Ahmet Aydemîr bo çêrandinê dibe Girê Ziyaretê.

Şivan dema êvarî pez vedigerînê malê di rê de 2 gur êrişî keriyê pez dikin û pez belav dibe. Herdu gur piştî 35 serî mih mirar dikin û hinekan jî birîndar dikin direvin.

Xwediyê pez hewldan mihên birîndar bûne rizgar bikin û hinek jî ji ber birîna wan a dijwar serjê kirin.

Xwediyê pez Ensar Ugurlu derbarê bûyerê de got: “35 mihên me mirar bûn û 7 mihên birîndar berî ku bi telefîn me serjê kirin û herwiha heta niha 25 mihên me jî wenda ne. Hinek mihên reviyane çûne gundê derdorê. Guran car carna 1-2 dikuştin lê vê carê êrişî kerî kirin û ziyaneke mezin gihandin me. Di nav kerî de 700 serî pez hebûn û me bi wan debara xwe dikir.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst