Ji ber sedemên cuda ciwanên Rojavayê Kurdistanê koçber dibin

19-11-2021
RÛDAW
Ji ber sedemên cuda ciwanên Rojavayê Kurdistanê koçber dibin
Ji ber sedemên cuda ciwanên Rojavayê Kurdistanê koçber dibin
Nîşan Ciwan Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di deybeyteke Tora Mîdyayî ya Rûdawê li kampa Dareşekranê li Başûrê Kurdistanê derbarê sedemên koçberbûna ciwanên Rojavayê Kurdistanê ber bi Ewropayê ve nerînên cuda ji aliyê beşdarbûyan ve hebûn, ji wan sedeman li gor nûnerê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî ENKSê li Herêma Kurdistanê nebûna derfetên kar e.

Nûnerê ENKS li Başûrê Kurdistanê Newaf Reşîd got “Xelkê dikaribû xwe xwedî bike. Hinek derfetê kar hebûn. Piştî DAIŞ hat, dorpêçkirin li vê drî çebûn. Extiyarên li vê derê nikaribûn kar bikin, lurên wan kar dikirin, bê kar man.”

Herwiha ji aliyê xwe ve, nûnerê xwendekarên Rojavayê Kurdistanê li Herêma Kurdiatnê tekez kir, ku tengaviyên xwendinê, nebûna derfetan li ber xwendekaran û nebûna asoyeke siberojekê li ba ciwanan kirk u berê xwe bidin koçberiya derve.

Nûnerê xwendekarên Rojavayê Kurdistanê li Herêma Kurdiatnê Ehmed Emîn Mihemed dibêje “Di despêka ku penaberên me hatin Kurdistanê, derfeteka baş ji wan re hebû. Hikûmeta Herêma Kurdistanê li wan xwedî derket û ji bo wan derfetên xwendinê da wan. Lê di wan salên dawî de derfeta xwendinê gelek kêm bû.”

Ji aliyê xwe ve, nûnerê Rêxistina Maf a Rojavayê Kurdistanê eşkere kir, ku sedemê sereke yê koçberbûna koçberên Rojavayê Kurdistanê bi giştî û  ciwanan bi taybetî ji Herêma Kurdistanê ber bi Ewropayê ve, ji ber ku heta niha Neteweyên Yekbûyî mafê penaberiyê nedaye koçberên Rojavayê Kurdistanê û herwiha hikûmeta Iraqê bermberî koçberên Rojavayê Kurdistanê bi erkê xwe ranebûye.

Li gor çavdêrên peywendîdar niha di navbera 1500 heta 1700 ciwanên Rojavayê Kurdistanê ji 6 mehan û bi şûnde kampên koçberan li Herêma Kurdistanê bicîh hiştine û berê xwe dane Ewropayê, hinek gehiştine û hinek jî hêjî di rê de ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst