Hewlêr (Rûdaw) - Malpera fermî ya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere kir, ku Hevserokê Daîreyê Bedran Çiya Kurd derbarê îdiayên wezîrê derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ku gotiye Rêveberiya Xweser projeyeke cudaxwaz birêve dibe red kir.
Bedran Çiya Kurd ragihand: "Di çarçoveya pêdagiriya li ser diyaloga niştîmanî ya Sûrî-Sûrî de, û tevî tunebûna navbeynkariyekê ji aliyê Rûsyayê ve, di navbera Rêveberiya Xweser û hikûmeta Şamê de, mixabin wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov derdikeve û gotina xwe ya berê dubare dike ku em projeyeke cudaxwaz birêve dibin û dibêje ku em ji aliyê hin aliyan ve tên bikaranîn û Rûsya tirsa dewleta Tirk a dagirker li hember doza Kurdî fêm dike. Ji ber van helwestan, dewleta Tirk ewlehiya Sûriyê têk dibe, û siyasetên li dijî Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) dimeşîne da ku wan tune bike."
Çiya Kurd herwiha di daxuyaniya xwe de Rûsya bi tevlîheviyê di navbera Sûriyan de tohmetbar kir û eşkere kir: "Her wiha ev helwesta Rûsya li ba gelê Sûriyê gumanan çêdike ku ew dê dîsa bibin qurbana peymanên tirkiye yên bi aliyên sûriyeyî re. Her wiha di encamê de jî wê pêvajoya çareseriya siyasî ya kirîza Sûriyê û yekitiya Sûriyê bi dawî bibe. Rûsya jî dibe berpirsa pêşxistina projeyên parçekirina Sûriyê."
Di dawiya daxuyaniya xwe de Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Çiya Kurd tekez kir: “Tawanbarkirina me bi cudaxwaziyê û avakirina dewletekê, ne rast e û ji rastiyê dûr e. Projeya me diyar e, divê bi hişmendiyeke vekirî bi doza Sûriyê re danûstandinê bike. Rûsyayê roleke pêşeng di Sûriyê de dilîze û dikare atmosferên guncaw ji bo çareseriyê û istîqrarê peyda bike. Di heman demê de em wan tawanan red dikin ku gumanan li dora rola me ya nîştimanî û hewldanên me ji bo pêkanîna ewlehiyê li herêmê, çêdikin. Em li Sûriyê xwedî biryar in, Pêwîstiya me bi tu aliyan nîn e, perspektîfên me yên taybet hene û Rûsya wê baş dizane. Em hêvî dikin ku Rûsya fêm bike ku doza me û mafên me yên adil li Sûriyê hene.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse