Elî Qeredaxî: Ez ne neteweperest im

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Elî Qeredaxî Kurd Sûriye HSD Mehemet Gormez
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Misilman Dr. Elî Qeredaxî ragihand ku ew ji aliyê hinek kesan ve bi “neteweperestî û piştgirîdana komên sekuler û cudaxwaz” hatiye tohmetbarkirin û got, “Ez ne neteweperest im, ez tenê ji bo yekîtiya hemû misilmanan kar dikim.”

Mijar çi ye?

Beriya demekê zanayê Tirk Mehmet Gormez ji Yekîtiya Zanayan îstifa kiribû.

Piştî îstifayê, hinek gotegot belav bûn ku qaşo sedema îstifayê ew e ku Dr. Elî Qeredaxî piştgirî daye “komeke Kurd a sekuler” a li Sûriyeyê.

Mebesta wan Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) e ku ev çend hefte ne ketiye ber êrişên berfireh ên Artêşa Ereban a Sûriyeyê.

Lê Dr. Elî Qeredaxî ev îdia wekî “îftirayeke mezin” û “dereweke eşkere” bi nav kir.

Qeredaxî diyar kir, sedema rastî ya çûyîna zanayê Tirk ew e ku wî li zanîngehekê postekî bilind wergirtiye.

Qeredaxî çawa bersiv da?

Dr. Elî Qeredaxî di peyameke vîdyoyî de van xalan rêz dike:

- “Ez ne neteweperest im û ez ti carî nikarim parastina tiştên şaş, partiyên sekuler, zererdana umeta Îslamî an jî cudabûna ji ti welatekî bikim.”

- Tekez dike ku ew ji bo “yekîtiya hemû misilmanan” dixebite.

- Behsa jiyana xwe dike û dibêje, “Min ji zarokatiya xwe ve Quran ji ber kiriye û ez di malbateke dîndar de mezin bûm. Ti carî baweriya min bi fikrên neteweperestî, sekulerî û nijadperestiyê nehatiye.”

Pirsgirêk ji kû derket?

Piştî ku şerê di navbera hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk de dest pê kir, Dr. Elî Qeredaxî banga rawestandina şer û diyaloga di navbera aliyan de kiribû.

Zanayê Kurd bawer dike ku divê Kurdên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bibin beşek ji Sûriyeyeke yekgirtî û ji Sûriyeyê veneqetin.

Hinek kesan ev gotinên wî wekî “piştgiriya HSDyê” şîrove kiribûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst