Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê ragihand ku şerê di navbera Artêşa Ereban Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de li hemû eniyan ji bo 4 rojan hatiye rawestandin.
Wezaretê diyar kir ku agirbest dê îşev ji saet 20:00î ve dest pê bike.
"Agirbest 4 rojan didome"
Di daxuyaniya fermî ya Wezareta Parastinê de hat gotin:
"Em radigihînin ku gulebarana li hemû sektorên operasyonên Artêşa Ereban a Sûriyeyê dê were rawestandin.
Ev yek dê îro Sêşemê, 20ê Kanûna Paşîn a 2026an saet 20:00î dest pê bike."
Pabendbûna bi têgihiştinê re
Wezaretê sedema vê biryarê vegerand ser lihevkirinên dawî û wiha pê de çû:
"Ev biryar dê ji roja ragihandinê ve 4 rojan berdewam bike.
Ev yek wekî pabendbûna bi wan têgihiştinan e ku ji aliyê Dewleta Sûriyeyê ve bi HSDyê re hatine ragihandin û ji bo serxistina hewlên niştimanî ye."
Wezareta Parastinê di dawiyê de tekez kir ku ew dê wekî mertalê gelê Sûriyeyê û hemû pêkhateyên wê bimînin û ji bo parastina ewlehî û aramiya civakê hewlên xwe kêm nekin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse