Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack ragihand ku ew piştgiriyê didin kêmkirina rageşiya navbera hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD).
Barrack tekezî li ser giringiya bicihanîna peymana 18ê Kanûna Paşîn a 2026an kir.
Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack derbarê rewşa dawî ya Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê de helwesta welatê xwe aşkere kir.
Barrack diyar kir ku piştgiriya wan a yekgirtî ji bo sê xalên sereke berdewam e û got:
"Kêmkirina rageşiya di navbera hikûmeta Sûriyeyê û HSDyê de, entegrasyona bi hevkariyê ya peymana 18ê Kanûna Paşîn a 2026an a di navbera wan de û berdewamiya hûrbûn û hevkariya hemû aliyan ji bo bipêşvebirina Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê."
Ev daxuyaniya Barrack piştî civîna wî ya li gel Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean Noel Barrot, Wezîra Karên Derve ya Brîtanyayê Yvette Cooper û Wezîra Dewletê ya Almanyayê Serap Guler hat dayîn.
Daxuyaniya hevpar a çar welatan
Piştî civînê, Amerîka, Fransa, Almanya û Brîtanyayê daxuyaniyeke hevpar belav kir û tê de piştgirî da dirêjkirina agirbesta 15 rojî ya di navbera hikûmeta Sûriyeyê û HSDyê de ku 24ê Kanûna Paşîn hatibû ragihandin.
Di daxuyaniya wan welatan de hat gotin, "Em daxwaz ji hemû aliyan dikin ku bi tundî pabendî agirbestê bin û herî zêde xwe ragirin.
Em bangî hemû aliyên derve dikin ku ji bo aştî û kêmkirina tundiyê tevlî me bibin."
Rewşa Kobanî û alîkariyên mirovî
Wan çar welatan tekezî li ser parastina sivîlan û binesaziya sivîl kir û piştgirî da vekirina korîdorên mirovî.
Di beşeke daxuyaniyê de alîyan bal kişand ser rewşa Kobanîyê û hat ragihandin:
"Em tekez dikin ku divê ew korîdor werin parastin û xizmetguzariyên sereke li bajarê Kobanî werin destpêkirin."
Peymana 18ê Kanûna Paşîn
Welatên rojavayî daxwaz kir ku agirbesta demkî bibe daîmî û dan û standinên ji bo çareseriya aştiyane dest pê bikin.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, "Em daxwaz dikin ku bi lez dan û standin dest pê bikin bi armanca entegrasyona aştiyane û domdar a Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê di nav dewleteke yekgirtî û xwedî serwerî de ku bi awayekî bibandor mafên hemû welatiyan biparêze.
Ev yek li ser bingeha peymana 18ê Kanûna Paşîn a 2026an, wekî rêya herî bibandor a ji bo îstîqrara Sûriyeyê tê dîtin."
Rola Herêma Kurdistanê û metirsiya DAIŞê
Di daxuyaniya hevpar de rola hevbeşan a di şerê DAIŞê de girîng hat binavkirin û hat gotin:
"Em pişgiriyê didin rola girîng a hevbeşan, di nav de Îraq, Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk di rûbirûbûna wan metirsiyan de ku DAIŞê dirust kirine."
Her wiha hişyarî hat dayîn ku divê rê li ber her valahiyeke ewlehiyê li derdora girtîgehên DAIŞê bê girtin û ji bo vê mebestê biryar hat dayîn ku bi lez civîneke Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê were lidarxistin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse