Hewlêr (Rûdaw) - Şandeyeke bilind a DEM Partî û DBPyê dê bê Herêma Kurdistanê û paşê jî derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir li gel şandeyeke parlamenter û nûnerên saziyên civaka sivîl dê Rojavayê Kurdistanê ziyaret bikin.
Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê DEM Partiyê ve hat belavkirin, şande dê bi serokatiya Tulay Hatîmogullari û Keskîn Bayindir biçe Rojavayê Kurdistanê.
Di şandeyê de herwiha Berdevka Însiyatîfa Yekîtiya Demokratîk û Parlamentera Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, Parlamenterê Mêrsînê Alî Bozan û nûnerên baroyên parêzeran û saziyên civaka sivîl cih digirin.
Hat ragihandin ku şande dê bi rêya Herêma Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe.
Di çarçoveya vê ziyaretê de, şandeya DEM Partiyê dê li gel partiyên siyasî û nûnerên pêkhateyên herêmê hevdîtinan pêk bîne û rewşa herî dawî ya herêmê gotûbêj bike.
Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan ji Rûdawê re ragihand ku biryara ziyaretê ji aliyê navenda DEM Partiyê ve hatiye dayîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse