Krîza aborî ya li Rojhilatê Kurdistanê: Alîkariya hikûmetê ti derdan derman nake

2 demjimêr berê
RÛDAW
Bazara Paweyê / Wêne: Ji ber dîmenan
Bazara Paweyê / Wêne: Ji ber dîmenan
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Îran Krîza Aborî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bihabûna xwirekan jiyana welatiyan zehmet kiriye.

Hikûmeta Îranê wekî çareserî karta (kupon) xwirekê li ser xelkê belav kiriye lê li bajarê Paweyê yê Rojhilatê Kurdistanê li hemberî vê alîkariyê nerazîbûn derketin.

Welatî dibêjin, alîkariya yek milyon tumenî ti derdan derman nake, dema ku kîsekî birinc sê milyon tumen be, alîkariya milyonek tûmenî dê çi bike.

Nirxê hinek xwirekên sereke li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bihatir bûne.

Li bajarê Paweyê yê parêzgeha Kirmaşanê beşek ji welatiyan dibêjin, ew pereyê ku wekî kuponê xwirekê ji wan re tê dayîn kêm e û têra wan nake.

‘Yek milyon tumen tiştekî nake’

Arya Mihemedî welatiyekî Paweyî ye û li ser mijarê wiha got:

"Welleh, eger sepeta xwirekê nedin çêtir e.

Yek milyon tumen ji bo sepeta xwirekê qet nake.

Kîsekî birinc 3 milyon tumen e.

Rûnek bi yek milyon û 500 hezar tumenî ye, qet nake.

Bi vê rewşê xelk çawa dikare bijî? Bi rastî cihê sosretê ye."

Ji Remezana borî ve heta dawiya demsala payîzê pênc caran kuponên xwirekê hatine belavkirin.

Welatiyekî din ê ji Paweyê jî got:

"Em di malê de sê kes in û ji bo her kesekî yek milyon tumen e ku dike 3 milyon tumen.

Bi Xwedê têra ti tiştî nake. Rûnê 5 kîloyî zêdetirî 2 milyon û nîvan e, birinc ji sê milyonî zêdetir e.

Em bi vî pereyî çi bikirin? Bi Xwedê tiştekî ji me re nake. Jiyana me ev e."

Bi rêya kuponên xwirekê mirov dikare hinek berhemên şîremenî, hêk, goştê mirîşkan, makarna, rûn û şekir bi dest bixe.

Karkeriya rojane û nebûna kar

Sabir Mihemedî welatiyekî din ê Paweyî ye û ew jî ji rewşê nerazî ye:

"Ew karta xwirekê ya ku didin me, ji bilî ziyanê ti feydeya wê ji bo xelkê nîne.

Em çar kes in, em çar milyonî werdigirin. Ez sê milyonî didim kîsekî birincê 5 kîloyî.

Ji bo rûn jî hîn 500 hezarên din ji min re lazim in û divê ez bi karkeriya rojane peyda bikim.

Ew jî roj heye ez danekî dixebitim an du rojan dixebitim, roj heye qet karê min nîne.”

Piştî nerazîbûnên ku meha Kanûna 2025an dest pê kirin, hikûmetê hinek gavên taybet bi alîkariya aborî ragihand.

Hikûmetê alîkariya çar mehan xist ser hesabê bankê yê xelkê lê her kesek di mehê de tenê dikare yek milyon tumenî bi kar bîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst