Neşet Zaza: Rêkeftina HSD û Şamê li herêmên Kurdan pêk nehatiye

2 demjimêr berê
Neşet Zaza û Nalîn Hesen / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Neşet Zaza û Nalîn Hesen / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Kobanî Dorpêç HSD Şam Peyman
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Encumenên Xwecihî yên ENKSyê Neşet Zaza got, “Rêkeftina HSD û Şamê tenê li herêmên Ereban hatiye bicihanîn. Rêkeftin li herêmên Kurdan pêk nehatiye.”

Serokê Encumenên Xwecihî yên Encumena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) Neşet Zaza bû mêvanê Rûdawê û rewşa dawî ya Rojavayê Kurdistanê ji Nalîn Hesenê re nirxand.

Neşet Zaza ragihand ku peymana di navbera HSD û Şamê de tenê li herêmên Ereban hatiye bicihanîn û li herêmên Kurdan pêk nehatiye.

Neşet Zaza bal kişand ser rewşa Kobaniyê û diyar kir ku bajar di rewşeke dijwar de ye û got:

“Kobanî di rewşeke tengav de derbas dibe û divê dorpêça li ser Kobaniyê rabe.”

Wî herwiha da zanîn ku ji bo rakirina dorpêçê hewlên wan hene.

"Peyman tenê li herêmên Ereban hatiye bicihanîn"

Wî derbarê peymana di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSDyê) û hikûmeta Şamê de jî got:

“Rêkeftina HSD û Şamê tenê li herêmên Ereban hatiye bicihanîn. Peyman li herêmên Kurdan pêk nehatiye.

Hikûmet tenê gotinên xweş dike lê tiştekî şênber nake. Her du alî (HSD û Şam) bazaran dikin lê miletê me qelen dide.”

Wî herwiha behsa binpêkariyan kir û got, “Li gundên Kurdan dizî û talan hene.”

"Divê şandeyeke yekgirtî ya Kurdan hebe"

Neşet Zaza bal kişand ser girîngiya yekrêziya Kurdan û xwest ku şandeyeke hevbeş bi Şamê re bicive û got, “Divê şandeya Kurdan dan û standinan bike.”

Zaza diyar kir ku ku doza Kurdan tenê ne mijareke çandî ye û wiha pê de çû:

“Doza gelê Kurd doza hebûnê ye, dozeke siyasî ye. Ne tenê mijara zimên e.

Efrîn, Kobanî û Cizîr herêmên Kurdistanî ne, divê em wan ji hev cuda nekin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst