Bafil Talebanî li ser peymana Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer daxuyanî da

11-03-2025
RÛDAW
Nîşan Îlham Ehmed HSD Sûriye Peyman Armanc Bafil Talebanî Mezlûm Ebdî Ehmed Şer
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî peymana ku di navbera Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer hatiye îmzekirin de  wekî gaveke erênî nirxand.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî û Serokkomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şer şeva borî peymanek îmze kir.

Serokê Giştî yê YNKyê Bafil Talebanî derbarê wê peymanê daxuyaniyek da û diyar kir ku ew gaveke girîng e.

Bafil Talebanî  amaje bi wê yekê kir ku peymana 8 xalî ya di navbera Mazlûm Ebdî û Ehmed Şare de dê mafên xelkê Rojavayê Kurdistanê biparêze û wê yekê hêviyan wan zêde kiriye.

“Gaveke girîng û erênî ye”

Daxuyaniya Bafil Talebanî wiha ye:

“Rêkeftina birêz Mezlûm Ebdî û Ehmed Şer bi germî pêşwazî dikim.

Ev yek ji bo xurtkirina jiyan û xebata hevpar a li Sûriyeya nû gaveke girîng û erênî ye.

Ev yek rêya herî rast e ku aramiya siyasî û ewlehiyê bi xwe re tîne û me ji destpêkê daxwaza wê kir û em ji bo wê xebitîn.

Ev gav ku mafê gelê me li Rojava û hemû pêkhateyan diparêze, em hêvî dikin bibe destpêka nû ji bo avakirina welatekî demokratîk û li ser daxwaziya gel ku destûr bingeha xebat û hevpariyê be.

Wekî her tim em dê piştevanê birayê birêz Mezlûm Ebdî ji bo bicihkirina aştî û aramiyê li herêmê bin.”

Xalên peymana Ebdî û Şer ev in:

1- Garantîkirina mafê hemû Sûriyeyiyan di nûnertî û beşdariyê di pêvajoya siyasî de û di hemû saziyên dewletê de li gorî pisportiyê bêyî ku girêdana wan a olî û etnîkî di ber çavan re were derbaskirin.

2- Civaka Kurdan di dewleta Sûriyeyê de civakeke resen e û dewleta Sûriyeyê mafê wan ê hevwelatîbûn û hemû mafên wan ên destûrî misoger dike.

3- Agirbesta li seranserê axa Sûriyeyê.

4- Tevlîkirina hemû saziyên sivîl û leşkerî yên li bakurrojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya birêveberiya dewleta Sûriyeyê de, di nav de deriyên sînorî, firokexane, zeviyên petrol û gazê.

5- Garantîkirina vegera hemû koçberên Sûriyeyî ku biçin gund û bajarên xwe û parastina wan ji aliyê dewletê ve.

6- Piştgiriya dewleta Sûriyeyê di rûbirûbûna bermayiyên Esed û hemû wan gefên ku ewlehî û yekparçeyiya axa wê tehdît dikin.

7- Redkirina daxwazên parçekirin û helwestên kîndarî û hewldanên derxistina tevliheviyan di navbera pêkhateyên civaka Sûriyeyê de.

8- Komîteyên birêvebirinê dê kar ikin û hewl didin ku peyman were bicihkirin bi rengekî ku heta dawiya vê salê derbas neke.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst