Amerîka: Rêkeftina HSD û Şamê yekrêzî û serweriya Sûriyeyê xurt dike

1 demjimêr berê
Nîşan Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê HSD Şam Peyman
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ofîsa Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ya Kar û Barên Rojhilata Nêzîk derbarê rêkeftina di navbera hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) daxuyaniyek belav kir û ragihand ku ew bi piştgiriyê didin pêkanîna serkeftî ya wê "rêkeftina dîrokî" ve.

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê di daxuyaniyê de, amaje bi wê yekê kir ku ew dê karkirina nêzîk a li gel hemû aliyan bidomînin da ku hêsankirina pêvajoya tevlîkirina hêzan bi awayekî rêkûpêk û bê derengî pêk were.

Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê got, "Ev rêkeftin dê yekrêzî, serwerî û aramiya Sûriyeyê xurt bike, ev jî di berjewendiya hemû xelkê wî welatî de ye."

Washingtonê derbarê rola welatên herêmê jî diyar kir:

"Em bi hevahengiya nêzîk a li gel hevkarên xwe yên herêmî amade ne ji bo ku ev qonaxa veguhêz bi awayekî aştiyane û bibandor bi pêş ve here da ku aştî û xweşguzeraniya berdewam li seranserê Rojhilata Nêzîk pêk were."

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin, Amerîka ji bo Sûriye û tevahiya herêmê li hêviya paşerojeke geştir e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst