Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgariya Hewlêrê ragihand ku bêyî rêpêdana fermî ya Wezareta Navxwe, rê bi ti kesî nayê dayîn ku derbasî Hewlêrê bibe.
Nivîsingeha Parêzgariya Hewlêrê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku ti kes bêyî rizamendî û rêgepêdana fermî ya Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê ku pêştir biryar li ser mîkanîzm û şêwazê wê hatibû dayîn, nikare derbasî sînorê parêzgeha Hewlêrê bibe.
Parêzgariya Hewlêrê daxwaz dike, kes hewl nede ku bê nav sînorê wê parêzgehê ji ber ku, “rê bi wan nayê dayîn derbasî nav bajêr bibin, heta ew kesên ku forma Wezareta Navxwe heye jî li her derwazeyekê bê nav sînorê parêzgehê, pişkinîna koronayê dê bo bê encamdan û paşê dikarin derbas bibin.”
Li Herêma Kurdistanê jibilî qedexeya derketina derve di navbera demjimêrên diyarkirî li nav bajaran bi mebesta rêgirtina belavbûna vîrusa koronayê, hatinûçûna di navbera parêzgehan de jî hatiye rawestandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse