Colemêrg: Çiyager keviran ji ser çiyayan digindirînin

20-04-2024
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Colemêrg Kevir
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Colemêrgê tîmeke 4 kesî ya çiyageran hewl didin kevirên ku metirsiya wan a hatina xwarê heye bi kontrol bînin xwarê da ku welatî bi silametî çûnûhatinê bikin.

Ew berê bi armanca werzişê hildikişiyan ser çiyayan lê vê carê armanca wan parastina silametiya can û malê xelkê Colemêrgê ye.

Gelek caran ji ber herifîna erdê kevir dikevin ser rêya sereke ya Colemêrg û Geverê û metirsiyê li ser jiyana xelkê çêdikin.

Çiyager Bulent Metîn got:

“Bêyî ku em metirsiyê li ser jiyana welatiyên çûnûhatinê dikin çêbikin em carinan rê didin wan û di rewşên bilez de vê demê kurt dikin û bi vî awayî em hewl didin keviran bi awayekî ewle bînin xwarê.

Em hewl didin ku ew kevir li ser rê nebin metirsî.”

Ew bi benên taybet hildikişin 170 metre bilindahiyê û keviran digindirînin.

Dema dest bi kar dikin çûnûhatin tê ragirtin.

Piştre tîmên îdareya taybet keviran ji ser rê radikin.

Tevî ku di çiyageriyê de pispor in lê divê di vî karî de baldar bin.

Çiyager Bulent Metîn herwiha anî ziman:

“Dever çiyayî û bilind e. Li vê derê ji bo me gefa herî mezin ew kevirên biçûk in ku ber çavê me neketine bi ser me de bên û me birîndar bikin.

Em hewl didin van gefan bi bikaranîna kelûpelên pêwîst nehêlin. Ez dikarim bibêjim em di vê proseyê de jî ji sedî 99 serkeftî ne.”

Rêya sereke ya Colemêrg û Geverê 76 kîlometre ye.

Derdora nîvê rê ji bo çûn û hatinê metirsîdar e û her sal di demsalên bihar, payîz û zivistanan de kevir tên ser rê û di encamê de jî welatî dibin qurbanî.

Daxwaza xelkê Colemêrg û Geverê ew e ku rêyeke alteranatîf û bê metirsî ji wan re were çêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst