Hewlêr (Rûdaw) - Her çar parêzgarên Herêma Kurdistanê bi serdaneke fermî gihîştin bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê û biryar e çend civînan pêk bînîn.
Heyeta Herêma Kurdistanê li Balafirgeha Sineyê, ji aliyê Parêzgarê Sineyê Areş Lehûnî û çend berpirsên Wezareta Karên Derve ya Îranê ve hat pêşwazîkirin.
Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir dibêje, ew dê pirsa çandî û bazirganî nîqaş bikin.
Heyeta parêzgarên Herêma Kurdistanê ji Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw, Parêzgarê Silêmaniyê Heval Ebûbekir, Parêzgarê Dihokê Elî Teter û Parêzgara Helebceyê Nuxşe Nasih, Rêveberê Kar û Barên Îranê yê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê Şakir Husên pêk tê.
Umêd Xoşnaw serokatiya heyeta Herêma Kurdistanê dike.
Parêzgarê Silêmaniyê ji Rûdawê re got,”em dê çend civînan bikin û pêwendiyên aborî, bazirganî û çandî nîqaş bikin.
Heyet li ser vexwendina Parêzgarê Sineyê Areş Lehûnî li Rojhilatê Kurdistanê ye.
Heval Ebûbekir li ser ziyaretê got, "Armanca ziyaretê civîna periyodîk a parêzgehên cîran ên Herêma Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê ye li Komara Îslamî ya Îranê û em dê bi parêzgarên Sine, Kirmaşan û Urmiyeyê jî re bicivin."
Parêzgarê Urmiyê Rehman Rezayî, Parêzgarê Kirmaşanê Menuçehr Hebîbî û Parêzgarê Silêmaniyê Areş Lehûnî jî dê di civînan de amade bin.
“Pêwendiyên Îran û Herêma Kurdistanê dîrokî ne”
Parêzgarê Sineyê piştî merasîma pêşwaziyê di daxuyaniyekê de got: "Civîna parêzgarên Herêma Kurdistana Îraqê ya li Sineyê bi armanca vekirina rûpeleke nû ya dan û standinên sînori ye.
Armanca ziyaretê bipêşxistina pêwendiyên aborî û çandî yên di navbera aliyan de ye.
Ev civîn cara yekem e li bajarê Sineyê tê lidarxistin, hewldaneke stratejîk e ji bo dabînkirina modeleke guncav ji bo bihêzkirina pêwendiyên Komara Îslamî ya Îranê û Herêma Kurdistana Îraqê."
Areş Lehûnî diyar kir ku di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê de pêwendiyên dîrokî hene û got:
"Xelkê me li wan parêzgehên ku cîranê Herêma Kurdistanê ne, demeke dirêj e bi hev re dijîn, peywendiyên wan ên malbatî hene, peywendiyeke wan a kevn heye û heta bazirganiya teqlîdî jî li wan deveran belav bûye."
Parêzgarê Sineyê eşkere kir ku piştî birêveçûna civînê ya li Sineyê, heyeta parêzgarên Herêma Kurdistanê dê biçe Tehranê.
“Em dixwazin pêwendiyan bi hêztir bikin”
Umêd Xoşnaw behsa girîngiya pêwendiyên Îran û Herêma Kurdistanê kir û got:
"Em pir kêfxweş in ku wekî heyeteke ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku ji parêzgarên vê herêmê pêk tê, li gel odeyên bazirganiyê yên Silêmanî, Helebce, Duhok û Hewlêrê, li gel çend rêveberên deriyên sînoran hatine Kurdistana Îranê."
Umêd Xoşnaw behsa girîngiya civînê ji bo bihêzkirina peywendiyên di navbera Îran û Herêma Kurdistanê kir û got:
"Ev civîn bêguman dê ji bo her du aliyan sûdwer be, em dikarin sûdê ji ezmûna hevdû wergirin.
Em dixwazin pêwendiyên xwe yên bi Îranê re berfirehtir bikin û ji van pêwendiyan ji bo berjewendiya her du aliyan sûd wergirin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse