BBCyê ew wekî qaçaxçî bi nav kiribû: Malbata Kardo ji Rûdawê re axivî

3 demjimêr berê
RÛDAW
Kardo Jaf û dê û bavê xwe / Wêne: Rûdaw
Kardo Jaf û dê û bavê xwe / Wêne: Rûdaw
Nîşan Kardo Jaf BCC Qaçaxçîtiya Mirovan Brîtanya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Eşkerekirina nasnameya ciwanekî xelkê Ranyayê ji aliyê tora medyayî ya BBCyê ve wekî "qaçaxçiyekî mezin ê mirovan", karvedanên cîhanî li pey xwe anîn.

Malbata wî ciwanî bi rêya Rûdawê hemû tohmetan red dike û dibêje, "Kardo karkerekî sade ye û ji bo ku bêtawaniya xwe îspat bike bi lez xwe teslîmî Asayîşê kiriye."

Li gorî lêkolîna podcasta "Intrigue: To Catch A King" a BBCyê, ciwanekî 28 salî yê bi navê Kardo Jaf (wekî Kardo Ranya tê naskirin), wekî yek ji serkirdeyên sereke yên toreke qaçaxçîtiya mirovan hatiye binavkirin.

Tê îdiakirin ku wî "kontrola piraniya geştên neyasayî yên Kanala Manşê yên ber bi Brîtanyayê ve dikir."

Dê û bavê Kardo ji Ranyayê beşdarî bultena saet 17:00an a Rûdawê bûn û li ser mijarê axivîn.

Hemdemîn Ebdulrehmanê bavê Kardo got:

"Dema me nûçeya BBCyê dît, min ji Kardo re got Asayîş li dû te digere.

Ew jî çarşema borî çû xwe teslîmî Asayîşa Ranyayê kir û niha li Silêmaniyê girtî ye."

"Eger qaçaxçî bûya dê ji min re otomobîlek bikiriya"

Bavê Kardoyî behsa rewşa wan a aborî kir û ev yek wekî delîla bêtawaniya kurê xwe nîşan da:

"Ez di vî temenê xwe de diçim ji çiyan giyayên biharê tînim û difiroşim.

Otomobîleke min a pikap a modela 2001ê heye. Min ji bo Kardo motorsîkleteke bi 120 hezar dînarî kirî.

Eger ew qaçaxçiyekî xwedî milyon dolaran bûya, ma wî dê ji min re otomobîleke nû nekiriya?"

Xonçe Eliya dayîka Kardo jî diyar kir ku kurê wê qet neçûye Fransa û Brîtanyayê û wiha anî zimên:

"Ew roja ku nûçe belav bû, ew li ser karê xwe yê nanpêjgehê bû. Dema hat malê ji min re got: 'Dayê ev nûçe derew in.'

Eger kurê min 4 salan li Fransayê bûya, ma haya me jê nedibû? Ew piştî karê xwe rasterast dihat malê."

Dayîka Kardo ji bo nîşandana feqîriya wan bi bîr anî ku dema berê xaniyê wan şewitî, wan bi alîkariya cîranan karibû xênî çêkin.

Tohmeta BBCyê çi ye?

Rojnamegerên BBCyê Sue Mitchell û Rob Lawrie dibêjin ku wan wekî "mişterî" bi kesekî bi navê "Kardo" re axiviye.

Li gorî îdiayê, wî kesî ji bo anîna malbatekê bi geşta asmanî ya "VIP" ber bi Manchesterê ve 160 hezar paund (nêzîkî 200 hezar dolar) xwestiye.

Bavê Kardoyî diyar kir ku kurê wî sala borî wekî her ciwanî xwestiye koç bike lê bi ser neketiye û got:

"Min bi xwe 10 hezar dolar deyn kir da ku Kardo her Ewropayê.

Par çû Tûnisê, li wir hat girtin û vegerandin. Ez hîn jî wî deynî didim."

Kardo Jaf ji aliyê Asayîşa Herêma Kurdistanê ve hat girtin.

Ajansa Niştimanî ya Tawanan a Brîtanyayê (NCA) jî piştrast kir ku gumanbarekî sereke 13ê Gulanê li Herêma Kurdistanê hatiye girtin.

Malbata Kardo bangî dezgehên medyayê dike ku herin nav bazara Ranyayê û li ser jiyana kurê wan lêkolîn bikin.

Ew bawer dikin ku qaçaxçiyên rastîn ji bo xwe veşêrin "navê Kardo" wekî navekî lihevhatî bi kar anîne.

Niha lêpirsînên Asayîş û aliyên Brîtanyayî yên li ser vê dosyayê didomin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst