Gelo dê Deriyê Rebîeyê cihê Îbrahîm Xelîlê bigire?

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Deriyê Îbrahîm Xelîlê Deriyê Rebîeyê Herêma Kurdistanê Îraq Geylan Hacî Seîd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsekî Jûra Bazirganiyê ya Bexdayê got ku vekirina Deriyê Sînorî yê Rebîeyê dê bandorê li Herêma Kurdistanê bike.

Serokê Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Hewlêrê jî da zanîn ku piraniya bazirganan naxwazin rêya Sûriyeyê bi kar bînin.

Endamê Encumena Birêvebir a Jûra Bazirganiyê ya Bexdayê Reşîd Seadî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.

Reşîd Seadî li ser vekirina Deriyê Sînorî yê Rebîeyê yê di navbera Îraq û Sûriyeyê de û dan û standinên bazirganiyê yên di navbera Îraq û Tirkiyeyê de yên bi ser wî derî re agahî dan.

Seadî li ser bandora vê yekê ya li ser Herêma Kurdistanê got:

"Bê guman ev yek dê bandoreke neyînî li qebareya bazirganiya bi Herêma Kurdistanê re bike û dê qebareya wê kêm bike."

18ê Gulana 2026an karwanê yekem ê barhilgiran ê Tirkiyeyê gihişt Deriyê Sînorî yê Rebîeyê yê parêzgeha Nînowayê.

Ew karwan di Deriyê Sînorî yê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê re derbas bûbû.

“Dixwazin zextê li Herêma Kurdistanê bikin”

Serokê Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Hewlêrê Geylan Hacî Seîd jî îro li ser vê mijarê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re axivî.

Geylan Hacî Seîd got, "Tiştên ku tên gotin propagandaya medyayî ye û zêdetir ji bo wê yekê ye ku zextê li Herêma Kurdistanê bikin."

Seîd diyar kir, "Vekirina Deriyê Rebîeyê dê bandoreke zêde li Herêma Kurdistanê û bi taybetî jî li Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîlê neke."

Li gorî gotina Serokê Jûra Bazirganî û Pîşesaziyê ya Hewlêrê, piraniya bazirganan naxwazin rêya Sûriyeyê bi kar bînin.

Hacî Seîd anî zimên, "Bazirgan naxwazin xwe bixin nav metirsiyê û kel û pelên xwe di ser Sûriyeyê re bînin.

Dibe ku çend bazirganên Sûriyeyî û Îraqî wê rêyê hilbijêrin lê ew jî bandoreke berbiçav nake."

Hedefa 30 milyar dolarî

Li gorî Reşîd Seadî, vekirina wî derî ji bo Îraqê girîng e.

Seadî diyar kir, "Vekirina Deriyê Rebîeyê zêdebûneke bikalîte ye.

Bi taybetî piştî girtina Tengava Hurmizê qebareya bazirganiya Îraqê derbeke mezin xwar.

Girtina tengavê hinartina petrola Îraqê ji sedî 90 kêm kir."

Li gorî berpirsên Tirkiyeyê, qebareya bazirganiya di navbera Îraq û Tirkiyeyê de salane 16 heta 17 milyar dolar e.

Endamê Encumena Birêvebir a Jûra Bazirganiyê ya Bexdayê Reşîd Seadî li ser vê yekê got:

"Tirkiye dixwaze qebareya bazirganiya xwe ya bi Îraqê re bigihîne nêzîkî 30 milyar dolarî lê ev yek ne karekî hêsan e û divê hikûmeta Îraqê ji bo wê yekê bixebite."

Deriyê Sînorî yê Rebîeyê 120 kîlometreyan dûrî Mûsilê ye ku navenda parêzgeha Nînowayê ye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst