Hewlêr (Rûdaw) - Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê ji bo bidawîhatina xitimîna siyasî şandeyeke bi serokatiya Sekreterê Giştî Selahedîn Bahadîn pêk anî.
Şandeya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê 17 û 18ê Gulanê çû serdana Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK).
Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Selahedîn Bahadîn ji bo serkirdayetiya her du partiyan çend pêşniyar kirin.
Endamekî serkirdayetiya PDKyê diyar kir, "Bersiva wan baş bû û em li benda gavên pratîk ne."
Selahedîn Bahadîn 17ê Gulanê bi serokatiya şandeyekê çû Debaşanê û bi Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî re civiya.
Armanca serdanê, asayîkirina pêwendiyên PDK û YNKyê û pişt re jî rûniştina parlamentoyê û pêkanîna hikûmeta nû bû.
Pêşniyara yekem, rawestandina şerê ragihandinê yê di navbera her du partiyan de bû.
Bafil Talebanî xala yekem a destpêşxeriyê qebûl kir û yekser ferman da ku hemleya medyayî ya li dijî PDKyê bê rawestandin.
Çavkaniyekî ji Polîtburoya Yekgirtûyê ji Rûdawê re eşkere kir, "Di civînê de Bafil Talebanî ferman da medyaya partiya xwe ku êrişên xwe rawestînin."
"Pêşniyara Yekgirtûyê ya ji Serok Barzanî re hatiye şandin"
Selahedîn Bahadîn heman pêşniyarên ku dabûn Bafil Talebanî 18ê mehê di civînekê de pêşkêşî Cîgirê Serokê PDKyê Mesrûr Barzanî kirin.
Endamekî Komîteya Navendî ya PDKyê yê ku nexwest navê wî were eşkerekirin ji Rûdawê re anî zimên, "Pêşniyar ji Serok Mesûd Barzanî re hatiye şandin û dê di van rojan de were bersivandin."
Tora Medyayî ya Rûdawê ji bo gihandina zanyariyan bi rêya kesên agahdar, lêkolîneke hûr kir.
Di encamê de çend agahiyên ku qala wan nehatibû kirin li ser civîna Selahedîn Bahadîn û Bafil Talebanî bi dest xistin.
Li gorî zanyariyên Rûdawê, Bafil Talebanî di civînê de rêzeke mezin ji Serok Barzanî re nîşan daye û bi destpêşxeriya Yekgirtûyê razî bûye.
Pişt re Sekreterê Giştî yê Yekgirtûyê bi Mesrûr Barzanî re civiya.
Rûdawê zaniye ku piştî şandeya Yekgirtûyê pêşniyara xwe zelal kiriye, Mesrûr Barzanî pêşwazî lê kiriye û diyar kiriye ku ew li gel çareserkirina rewşê ye.
Endamê Serkirdayetiya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Musena Emîn roja çarşemê ji Rûdawê re axivî û eşkere kir:
"Wekî destpêk bersiveke wan a baş hebû û wan soz daye tiştê ji destê wan bê bikin ku bigihêjin encamekê.
Di karê yekem de jî her du aliyan biryar daye ku êrişên medyayê rawestînin."
PDK û YNK bi amadebûna Selahedîn Bahadîn dicivin
Her çend her du aliyan (PDK û YNK) bertekên erênî li hemberî asayîkirina pêwendiyên xwe nîşan dabin jî heta niha dema civîna xwe diyar nekiriye.
Endamê Polîtburoya YNKyê Derbaz Kosret roja sêşemê di konferanseke rojnamegeriyê de destnîşan kir:
"Ev rewşa niha ya Îraqê nû ye û aliyan neçar dike ku bicivin.
Heta niha dem ji bo civînê nehatiye diyarkirin.
Me deriyê xwe negirtiye û baweriya me bi wê yekê heye ku divê em pirsgirêkan bi diyalogê çareser bikin."
Li gorî zanyariyên Tora Medyayî ya Rûdawê, niha pêşniyarên Yekgirtûyê li ber destê Serok Barzanî ne.
Dê bersiva wan bi rêya polîtburoya PDKyê bigihêje Yekgirtûya Îslamî.
Piştî Cejna Qurbanê dê demek ji bo civîna lûtkeyê ya her du partiyan were diyarkirin.
Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê ji PDK û YNKyê re gotiye ku eger ew bixwazin Selahedîn Bahadîn dikare wekî navbeynkar beşdarî civînê bibe.
Eger ew bi xwe jî bixwazin dualî bicivin bila bicivin, ya girîng encam e.
PDK biryara nermbûnê dide
Rojekê piştî civîna Mesrûr Barzanî û Selahedîn Bahadîn, şandeyeke PDKyê 19ê Gulanê çû serdana Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê.
Şande bi serokatiya Fazil Mîranî bû.
Endamekî Komîteya Navendî ya PDKyê diyar kir:
"Serdana Yekgirtûyê nîşaneya wê yekê ye ku PDKyê bi erênî pêşwazî li destpêşxeriya Yekgirtûyê kiriye."
Rûdawê zaniye ku beriya Cejna Qurbanê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bi serokatiya Serok Barzanî dicive.
Ew dê gotûbêjê li ser destpêşxeriya Yekgirtûya Îslamî bikin û pişt re jî dê bi awayekî fermî bersivê bidin.
Wî endamê Komîteya Navendî ya PDKyê her wiha destnîşan kir:
"Rewş gelekî erênî ye û PDKyê biryar daye ku nermiyê nîşan bide."
YNK ji bo çareseriyê amade ye
Endamê Serkirdayetiyê û Berpirsê Maseya Ragihandinê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Letîf Nêrweyî li ser hewldanên Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamî yên ji bo nêzîkkirina PDK û YNKyê axivî û ragihand:
"Ev gaveke erênî bû. Di siyasetê de dema ku du alî digihîjin xitimandinê, girîng e ku aliyekî sêyem derkeve pêş."
Wî eşkere kir ku wekî bersivekê ji bo wê destpêşxeriyê Serokê YNKyê Bafil Talebanî rênima daye medyaya partiya xwe ku rewşê aram bikin û "medya jî pêbendî biryarê bûn."
Letîf Nêrweyî anî ziman ku her çend wiha xuya bike ku deriyên di navbera PDK û YNKyê de hatine girtin jî hevdîtina Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Bafil Talebanî nîşaneya wê yekê ye ku hîn derfeta diyalogê heye.
Ev hevdîtin di merasîma dayîna baweriyê ya hikûmeta Îraqê de çêbûbû.
Nêrweyî li pey çû, "Eger îradeya nêzîkbûnê hebe pêwîstî bi aliyê sêyem nake."
Endamê Serkirdayetiya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Dara Sêkaniyanî jî ji Rûdawê re diyar kir:
"PDKyê jî ew destpêşxerî baş dît û piştî civînê spasiya me kir û hat serdana me.
PDKyê ji me re got ku dê bersiva wan hebe.
YNKyê jî gotiye ew bi her awayî ji bo derbaskirina vê qonaxê amade ne."
Yekgirtû li bendê ye
Endamê Serkirdayetiya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê Musena Emîn ji Rûdawê re anî ziman:
"Ev destpêşxerî afirandina rewşeke lihevtêgihîştinê ye.
Ev jî ji bo karkirina parlamentoyê û pêkanîna hikûmetê ye.
Niha diyalog didome û Yekgirtû li benda gavên pratîkî ye."
Musena Emîn eşkere kir:
"Ev rewşa niha metirsî ye li ser statu û tecrubeya Herêma Kurdistanê.
Ev pirseke neteweyî ye û divê were çareserkirin.
Nabe ku ti alî di vê rewşê de li şûna rêzgirtina ji herêmê û rûmeta welatiyan li destkeftiyên xwe yên siyasî bifikirin."
'Hinek hêz li Bexdayê aloziyan teşwîq dikin'
Wî endamê serkirdayetiyê ku di heman demê de Serokê Fraksiyona Yekgirtûyê ya Parlamentoya Îraqê ye, li ser maf û pişka Herêma Kurdistanê ya li Îraqê zêdetir agahî dan û da zanîn:
"Divê em biçin Bexdayê û ji bo mafên Kurdan têbikoşin çimkî dibe ku hinek hêzên siyasî li Bexdayê hebin ku ji vê rewşê kêfxweş dibin."
Musena Emîn destnîşan kir:
"Hinek hêzên siyasî yên Îraqî hene ku aloziyên navxwe yên Herêma Kurdistanê teşwîq dikin û li ser vê yekê dixebitin.
Ji ber vê yekê tevî ku Yekgirtû di mixalefetê de ye û naçe nav hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ev destpêşxerî kiriye.
Eger pirsgirêk hebin jî bila di nava mala Kurdan de bimînin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse