Li Dihokê 4 karker mirin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Wêneyekî temsîlî / Arşîv
Wêneyekî temsîlî / Arşîv
Nîşan Dihok Karker Mirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Dihokê 5 karker dema ku di lêkirina avahiyekê de dixebitîn ketin xwarê û 4an ji wan canê xwe ji dest da.

Serokê Sendîkaya Avahîsaziyê ya Dihokê Kîvî Bamernî li ser mijarê ji Rûdawê re diyar kir ku karker di projeyeke nîştecihbûnê de dixebitîn û hemû bi hev re ketine xwarê.

Kîvî Bamernî anî zimên ku di bûyerê de 4 karkeran canê xwe ji dest daye.

Li gorî gotina Bamernî, karker ji Dihokê ne û dema dixebitîn ji ser asansorekê ketine xwarê.

Ji bilindahiya 50 metreyî ketine xwarê

Nûçegihanê Rûdawê Nayîf Remezan ji nêzîkî cihê bûyerê ragihand ku karker ji bilindahiya nêzîkî 50 metreyî ketine xwarê.

Li gorî agahiyên ku Nayîf Remezan dane, ew karker hostayên caman bûn û ev çend roj bûn di wê projeyê de dixebitîn.

Rewşa karkerê birîndar xerab e

Nûçegihanê Rûdawê eşkere kir ku rewşa tenduristiyê ya wî karkerê birîndar jî xerab e û ew niha li nexweşxaneyê tê dermankirin.

Termên her çar karkeran ji bo kar û barên otopsiyê veguhastine Saziya Tiba Dadî ya Dihokê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst