XABÛR - Geştên asmanî hatin betalkirin, liv û tevgera bejayî zêde bû

20-06-2025
Abdulselam Akinci
Deriyê Sînorî yê Xabûrê \ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Deriyê Sînorî yê Xabûrê \ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Şerê Îran û Îsraîlê Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl Geştyarên Herêma Kurdistanê Deriyê Sînorî yê Xabûrê
A+ A-

Şirnex- (Rûdaw) - Ji ber şerê Îran û Îsraîlê de û ragirtina geştên asmanî yên ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê, qerebalixiyeke mezin li ser deriyên sînorî yên Herêma Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê de çêbûye.

Bi hezaran rêwî û geştyar neçar dimînin ku bi rêyên bejayî vegerin malên xwe û ev yek jî bûye sedema zehmetî û westaneke zêde.

Welatiyên Îraq û Herêma Kurdistanê, bi taybetî yên ku ji Ewropa û Tirkiyeyê tên, ji ber nebûna geştan, bi balafiran xwe digihînin balafirgehên bajarên Bakurê Kurdistanê yên wekî Amed, Mêrdîn, Şirnex, Wan, Dîlok û Êlihê.

Pişt re jî ji wan bajaran bi otomobîl û otobusan berê xwe didin Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl û Deriyê Sînorî yê Serzêrê da ku derbasî Herêma Kurdistanê bibin.

Li gorî amarên fermî, di rewşa asayî de rojane nêzîkî 9 hezar kes li Deriyê Sînorî yê Îbrahîm Xelîl re derbas dibûn.

Ji ber rewşa dawî, hatin û çûna rêwiyan ji sedî 40 zêde bûye û barê herî mezin ketiye ser rêyên bejayî.

Ajokar û geştyar gazinan dikin

Ajokar û welatiyên ku di rê de mane, behsa rewşa xwe ya dijwar dikin.

Ajokarekî got, "Ji ber şer û nebûna firokeyan, karê me zêde bûye lê xelk jî neçar e bi otomobîlan here û were."

Ajokarekî din jî amaje pê dike ku ji ber girtina firokexaneyên Îraqê ew neçar in rêwiyan bi berdêlekê veguhezînin.

Jineke Kurd ji ji Brîtanyayê hatiye Stenbolê ji niha li Deriyê Sînorî yê Haburê di otubusê de ye li ser rêwîtiya xwe ji Rûdawê re got, "Ez ji Brîtanyayê hatim Stenbolê, ji wir hatim Şirnexê û niha ber bi Îbrahîm Xelîl ve diçim.

Em li vir perîşan bûne. Ez diçim Hewlêrê û ji doh ve di rê de me. Ez ê encax saet 23:00 bigihêjim Hewlêrê. Em bûne fîlm."

Rêwiyekî din ê ku ji Silêmaniyê ye wiha got, "Ji Qeterê ez bi neçarî hatim Stenbolê, ji wir jî çûm Şirnexê. Niha jî bi otomobîlê diçim. Silêmaniyê. Ji duh ve di firoke û otomobîlan de me."

Welatiyekî Îraqî jî ku ji Rûsyayê vedigeriya Bexdayê got, "Biryar bû em vegerin Bexdayê lê qedexeya geştan hebû.

Em hatin Stenbolê û me dît ku ev rêya herî nêzîk e ji bo Îraqê."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst