Tehranê kuştina zanayekî din piştrast kir

27-06-2025
RÛDAW
Nîşan Şerê Îran û Îsraîlê Silêman Silêmanî Îran Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Zanîngeha Zanist û Pîşesaziyê ya Îranê kuştina zanayê xwe yê nukleerê Silêman Silêmanî piştrast kir û diyar kir ku ew di encama êrişên Îsraîlê de hatiye kuştin.

Zanîngeha Zanist û Pîşesaziyê ya Îranê îro li ser kuştina Silêman Silêmanî daxuyaniyek belav kir.

Zanîngeha Zanist û Pîşesaziyê ya Îranê ragihand ku zanayê nukleerê û yek ji mamosteyên zanîngehê yê bi navê Silêman Silêmanî di encama êrişên Îsraîlê de hatiye kuştin.

Heta niha medyaya Îranê kuştina 12 zanayên nukleerê piştrast kiribû.

Bi ragihandina nasnameya Silêman Silêmanî re hejmara zanayên Îranê yên di şerê 12 rojî yê Tehran û Tel Evîvê hatine kuştin jî gihîşt 13 kesan.

Zanîngeha Zanist û Pîşesaziyê ya Îranê, di warên endezyariyê de zanîngeheke taybet e û şiyanên derçûyên wê ji ber asta wan a bilind a zanistî, di piraniya stasyonên enerjiyê, navendên nukleerê û dezgehên mûşekî yên Îranê tên bikaranîn.

Berbanga 13ê Hezîrana 2025an û şerê  Îran û Îsraîlê dest pê kiribû û şerê dijwar ê her du welatan 12 rojan berdewam kiribû.

Serokê Amerîkayê Donald Trump 24ê Hezîranê diyar kir ku her du aliyan aştî xwestiye û wî di navbera her du aliyan de agirbest ragihand.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst