Îran û Îsraîl hevdû bi binpêkirina agirbestê tohmetbar dikin û hevdû tehdîd dikin

24-06-2025
RÛDAW
Nîşan Şerê Îran û Îsraîlê Yisrael Katz Îran Îsraîl Donald Trump
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump agirbestek di navbera Îran û Îsraîlê de ragihand, her du alî niha hevdû bi binpêkirina agirbestê tometbar dikin û hevdû bi tundî tehdîd dikin. 

Îran ragihand ku wan Îsraîl neçarî rawestandina êrişan kiriye lê Îsraîlê diyar kir ku Îranê agirbest bin pê kiriye û gefa êrişeke mezin li Tehranê dixwe.

Çend demjimêran piştî ragihandina agirbestê, artêşa Îsraîlê eşkere kir ku Îranê bi avêtina 2 mûşekan agirbest bin pê kiriye.

Li ser vê yekê Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz ragihand ku wî ferman daye artêşê daku "bi tundî" bersiva Îranê bide û baregehên li navenda Tehranê bike armanc.

Sererkanê Artêşa Îsraîlê Eyal Zamir jî got, "Wekî bersiv ji bo vê binpêkirina mezin a rejîma Îranê ya li dijî agirbestê, em dê bi hêzê li wan bidin."

Îran: "Me dijmin neçarî şikestinê kir"

Li hemberî van tohmetan, Sererkaniya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îranê red kir ku wan piştî destpêkirina agirbestê ti mûşek avêtibe Îsraîlê.

Her wiha Encûmena Bilind a Asayişa Niştimanî ya Îranê jî daxuyaniyek belav kir û serkeftina xwe ragihand.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku berxwedana hêzên wan bûye sedem ku "neyarê Siyonîst poşman bibe, şikesta xwe qebûl bike û êrişên xwe bi awayekî yekalî rawestîne."

Encûmenê tekez kir ku hêzên wan di amadebûna herî bilind de ne û got, "Hêzên çekdar amade ne bersiva her kiryareke destdirêjkerane ya neyar bi awayekî yekalîker û poşmanker bidin."

Agirbesta bi navbeynkariya Trump

Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump, berbanga îro ragihandibû ku Îran û Îsraîlê li ser agirbesteke 5 qonaxî li hev kiriye.

Li gor nexşerêya Trump, divabû pêşî Îran êrişên xwe rawestîne û 12 demjimêran bi şûn de jî Îsraîlê heman tişt bikira.

Trump li ser tora civakî ya Truth Socialê nivîsîbû, "Niha agirbestê dest pê kir, tika dikim wê bin pê mekin."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst