Almanya: Em girtiyên li bakurê Sûriyeyê venagerînin

20-06-2025
Kehî Mehmûd
Nîşan Almanya DAIŞ Girtî Vegerandin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Almanyayê ji Rûdawê re ragihand, ew Almanên ku li Rojavayê Kurdistanê ji ber DAIŞê girtî ne venagerînin û divê ew li Sûriyeyê bên darizandin.

Wezareta Karên Derve ya Almanyayê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku ji bo vegerandina zilamên ku li “Bakurê Sûriyeyê” girtî ne ti plana wan nîne.

Wezareta Federal got ku “Sûriye cihê wan tawanan e” û loma jî Sûriye berpirsiyara dadgehkirina tawankarên DAIŞê ye.

Li gorî Berdevkê Wezaretê, ji ber ku dadgehkirina wan bi dawî bûye ew nikarin Almanên di zîndanên Îraqê de jî vegerînin Almanyayê.

“Ji bo vegerandina wan ti planên me nînin”

Berdevkekê Wezareta Karên Derve ya Almanyayê li ser mijarê edîtora Rûdawê Kehî Mehmûdê re axivî û got:

“Ji bo vegerandina zilamên li Bakurê Sûriyeyê zîndankirî ti planên me nînin.

Di paşerojê de divê Sûriye bi giştî berpirsiyar be û li gel vê jî şervanên DAIŞê yên biyanî jî li wê derê werin dadgehkirin çimkî gelek tawanbar, qurbanî û cihên tawanan li Sûriyeyê ne.”

“Hejmar ne zêde ye”

Wezaretê bi zelalî diyar nekir bê çend welatiyên wan li herêmên navborî hene û destnîşan kir:

“Wezareta Karên Derve ya Federal pêşbînî dike ku li bakurê Sûriyeyê hejmareke biçûk heta hejmareke navincî ya dujimareyî ya welatiyên Alman di zîndanên Rêveberiya Xweser de ne û hejmareke yekjimarî ji welatiyên Alman di zîndanên Îraqê de ne.”

Berdevkê Wezaretê her wiha got ku ew ji daxwaza Rêveberiya Xweser a bi rengê “Bila li Sûriyeyê ji bo lêkolînên tawanên DAIŞê dadgeheke navneteweyî were damezirandin” agahdar in û wî amaje bi wê jî kir ku Hikûmeta Almanyayê neşiya bi rêya Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî rewşa Sûriyeyê bişîne Dadgeha Navneteweyî ya Tawanan.  

Lê li gorî Berdevkê Wezaretê, Almanyayê tawanên DAIŞê “bi awayekî serkeftî” û “li ser bingeha yasayên navneteweyî” şopandine û ev yek bûye cihê “rêzeke taybet.”

Berdevk daxuyand ku Hikûmeta Federal a Almanyayê “bi dilgiranî wê metirsiyê dişopîne ku dema endamên “Dewleta Îslamî” hewla rizgarkirina şervanên berê yên DAIŞê didin û bi gotina wî, ev li ser Sûriyeyê dibe tirseke “cidî.”

Wezaretê li ser endamên DAIŞê yên vegerandî diyar ki ku Almanyayê heta niha bi rêya 8 oeprasyonên fermî 28 jin, 24 zarok û ciwanek ji “bakurê Sûriyeyê” vegerandine Almanyayê.  

“28 jin, 24 zarok û ciwanek hatine vegerandin”

Berdevkekê Wezareta Karên Derve ya Almanyayê li ser mijarê ji Rûdawê re wiha axivî:

“Wezareta Karên Derve ya Federal pêşbînî dike ku li bakurê Sûriyeyê hejmareke biçûk heta hejmareke navincî ya dujimareyî ya welatiyên Alman di zîndanên Rêveberiya Xweser de ne û hejmareke yekjimarî ji welatiyên Alman di zîndanên Îraqê de ne.

Hikûmeta Federal di 8 operasyonên vegerandinê de bi giştî 28 jin, 24 zarok û ciwanekî ku di zaroktiya wî de ew biribûn Sûriyeyê ji bakurê Sûriyeyê vegerandin Almanyayê.

Derfet ji bo vegerandina welatiyên Alman ên li Îraqê desteserkirî nîne, ji ber ku ew piştî cezadanê û dadgehkirinê di girtîgehan de ne.

Metirsiyên welatiyên Alman ên zîndankirî yên li ser aramiya herêmê û ji bo ewlehiya navneteweyî nikare di rewşên takekesî de werin bersivandin.

Hikûmeta Federal bi dilgiranî çavdêriya wê dike ku “Dewleta Îslamî” li Sûriyeyê dibe metirsiyeke berdewam a cidî li ser aramiya herêmê û hewl tê dayîn zîdanan bikin armancên êrişên xwe da ku şervanên berê yên DAIŞê rizgar bikin.

Ji bo vegerandina zilamên zîndankirî ya ji Bakurê Sûriyeyê ti plan nînin.

Eger ew e ku Sûriye di qonaxeke veguhastinê de ye. Li paşerojê divê Sûriye bi giştî berpirsiyar be û li gel wê jî dadgehkirina şervanên DAIŞê yên biyanî jî li wê derê were encamdan. Ji ber ku gelek tawanbar, qurbanî û cihên tawanan her li Sûriyeyê ne.

Hikûmeta Federal a Almanyayê agahdarî çend bangên “Rêveberiya Xweser” ên ji bo damezirandina dadgeheke navneteweyî ye da ku tawanên “Dewleta Îslamî” yên li bakurê Sûriyeyê bişopîne.

Pêştir Hikûmeta Almanyayê bi neserkeftiyane bizava wê yekê dikir ku Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî rewşa Sûriyeyê ji bo lêkolînan bişîne Dadgeha Navneteweyî ya Tawanan.

Hikûmeta Federal bi tundî piştgirya mekanîzmayên parastina belgeyan a UNITADê dikir ku ji aliyê Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ve hatiye damezirandin.

Almanyayê rêzeke mezin ji bo dûvçûnên tawanên DAIŞê li gorî yasayên cîhanî bi dest xist.

Her wiha agahiya Hikûmeta Federal a Almanyayê ji bangên Hikûmetên Sûriyeyê û yên hikûmeta Îraqê ji bo damezirandina Dadgeheke Navneteweyî ya taybet ji bo dadgehkirina tawankarên DAIŞê nîne.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst