Malbatên DAIŞê newêrin ji Rojavayê Kurdistanê vegerin Îraqê

16-06-2025
RÛDAW
Nîşan Îraq DAIŞ Rojavayê Kurdistanê Kampa Holê Kampa Rojê Vegerandin HSD
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Zêdetirî 38 malbatên Îraqî li kampeke Rojavayê Kurdistanê ne ku ji aliyê Bexdayê ve wekî endamên DAÎŞê tên daxwazkirin û "newêrin vegerin."

Ew malbatên Îraqî li Kampa Rojê ya li nêzîkî bajarê Hisîçayê yê Rojavayê Kurdistanê ne ku di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de ye.

Jêderekî payebilind ê Îraqî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand, "Heta niha 46 malbatên Îraqî yên ku li Kampa Rojê bûn, hatine vegerandin lê 38 malbatên din li kampê mane."

Ew jêderê ku ji ber hestiyariya mijarê nexwest navê wî were eşkerekirin, her wiha got:

"Vegera wan pêwîstî bi lêkolîna ewlehiyê û tedbîrên dezgehên ewlehiyê yên Îraqê heye."

Nêzîkî 2 hezar û 600 kes li Kampa Rojê dijîn, ku 900 ji wan jin in û piraniya wan hevjînên çekdarên DAÎŞê bûn.

Ji ber vê yekê ew malbatên Îraqî yên li wir, ji aliyê Bexdayê ve tên xwestin.

Serokê Komîteya Ewlehiyê ya Meclisa Parêzgeha Nînovayê Mihemed Kakeyî ji Rûdawê re got:

"Piraniya wan malbatan xelkê bajarê Mûsilê ne û daxwazkirî ne. Dema ku tên vegerandin, li Nînovayê namînin û ji bo Bexdayê tên veguhestin."

Li gorî wan agahiyên ku Rûdaw bi dest xistine, lihevkirina berpirsên Îraqê û HSDyê ji bo vegerandina xelkê kampa Holê bi awayekî ye ku ligel her karwanekî vegerandina malbatên wê kampê, ku kesûkarên çekdarên DAIŞê ne, hejmarek daxwazkiriyên Iraqî jî ji kampên din ên di bin desthilata wê hêzê de radestî wan bên kirin.

Di 11ê Kanûna Paşîn a 2025an de, dezgehên ewlehiyê yên Îraqê û HSDê li hev kirin ku ligel vegera sê karwanên kesûkarên çekdarên DAIŞê, 200 çekdarên wê rêxistinê yên ku ji aliyê Bexdayê ve tên xwestin jî bên radestkirin.

Berpirsê Kampên Rojavayê Kurdistanê Şêx Mûsa Ehmed ji Rûdawê re got:

"Ew malbatên Îraqî yên li Kampa Rojê newêrin vegerin, tirsa wan ji tolhildana komên çekdar û tedbîrên Îraqê yên li hemberî wan heye."

Beşek ji wan malbatan zilamên Îraqî ne û jin jî welatiyên welatekî din in, lê Bexda tenê wan kesan werdigire ku Îraqî ne.

Berpirsê Kampên Rojavayê Kurdistanê Ehmed her wiha got, "Çend karwanên malbatên Îraqî yên Kampa Rojê vegeriyane.

Lê hinek ji wan ji kampê derketine, ne vegeriyane Îraqê û çûne cihên din."

Hikûmeta Îraqê bi berdewamî daxwaza girtina wan kampên li Rojavayê Kurdistanê dike.

Her wiha zextê dike ji bo vegerandina wan Îraqiyên di nav kampên Rojavayê Kurdistanê de ku wan wekî metirsî dibîne, û çend caran jî daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî kiriye ku wan kampan bigire.

Di 14ê Gulana 2025an de, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî nameyek derbarê her du kampên Hol û Roj ên li Rojavayê Kurdistanê de ji Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re şand.

Sekreter tê de behsa girîngiya dabînkirina pêdiviyan ji bo rehabîlîtasyona wan malbatên ku vedigerin kir, bi awayekî ku li gorî yasa û pîvanên navneteweyî be.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst