Baroya Amedê: Em qurbaniyên Komkujiya Sirûcê bi rêzdarî bi bîr tînin

20-07-2025
RÛDAW
Nîşan Baroya Amedê Komkujiya Sirûcê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro 10 sal di ser Komkujiya Sirûcê re derbas bûn.

Baroya Amedê bi peyamekê 33 ciwanên ku di êrişa xwekujî de canê xwe ji dest dabû bi bîr anîn û kiryarên komkujiyê şermezar kirin.

Baroya Amedê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek belav kir û got:

“Em di 10emîn salvegara Komkujiya Sirûcê de kesên ew komkujî kirine careke din şermezar dikin.

Em 33 mirovên me yên ku canê xwe ji dest daye bi rêzdarî bi bîr tînin.”

Endamên Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) 20ê Tîrmeha 2015an ji gelek bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê çûbûn, li baxçeyê Navenda Çandê ya Amarayê ya Sirûcê kom bûbûn.

Ciwanan dixwest ji bo piştgiriya avakirina Kobaniyê derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin û pirtûk û pêlîstokan ji zarokan re bibin.

Di dema daxuyaniya çapemeniyê de, endamekî DAIŞê yê bi navê Şeyh Abdurrahman Alagoz êrişeke xwekujî pêk anî û di encamê de 33 ciwanan canê xwe ji dest da û zêdetirî 100 kesî jî birîndar bûn.

Komkujiya Sirûcê bû sedema bidawîbûna “Pêvajoya Çareseriyê” ya ku wê demê di navbera PKK û Tirkiyeyê de berdewam dikir û li welêt pêleke nû ya şer û pevçûnan dest pê kir.

Her sal di salvegera komkujiyê de li gelek bajaran çalakiyên bîranînê tên lidarxistin û daxwaza edaletê ji bo qurbaniyan tê ducarekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst