Colemêrg (Rûdaw) - Li navçeyên Colemêrgê yên Bakurê Kurdistanê, sêvên hûrik ên ku li çiyayan bi awayekî xwezayî şîn dibin û wekî “talesêv” an jî “sêvehûrk” tên naskirin bûne deriyekî nû yê debarê
Îsal hişkesaliyeke xedar heye û berhema piraniya fêkî kêm e le berhema zêde ya talesêvan bûye sedem ku bazirgan berê xwe bidin herêmê.
Karsazekî ji Şemzînanê îsal dest bi kirîna talesêvan kiriye, wan hişk dike û ji bo firotinê amade dike.
Ji sêvên hişkkirî re “kax” an jî “qeleştok” tê gotin. Wî karsazî heta niha 150 ton talesêv berhev kirine û dixwaze bazirganiya wan bike.
“Em gund bi gund digerin”
Bazirgan Celal Yilmaz wiha qala karê xwe kir:
“Em ji navçeya Şemzînanê ne. Navê kompanyaya me Nurhak e. Em hatine Geverê û gund bi gund em digerin.
Em talesêvên tirş û yên şirîn kom dikin û dezgeha me heye, em amade dikin, em hişk dikin, paqij dikin û didin kargehan.”
Talesêvên ku li çiyayan tên komkirin, zêdetir bi keda jinan tên qelaştin û li ber rojê bi rêbazên resen tên hişkkirin.
Li gorî cureyê wê, kiloyek ji kaxa talesêvê li bazaran heta 300 lîreyan tê firotin.
Xelkê deverê bi giranî ji bo çêkirina xweşav, ça û rîçalên taybet talesêvan bi kar tînin.
“Ji bo tenduristiyê gelekî baş e”
Xebatkar Emrah Çilgin jî bi vî rengî qala sûdên talesêvan kir:
“Di vî cureyê sêvê de vîtamîna C heye. Dibêjin ji bo tenduristiyê gelekî baş e.
Ji xwe sêveke xwezayî ye. Di dema xwe de bab û bapîrên me jî îstifade jê dîtiye.
Bapîrê min 117 salan jiyaye. Ez bawer im ji ber van cure berhemên xwezayî bû ku temenê wî ew qasî dirêj bû.”
Karsazên ku dest bi karê bazirganiya talesêvan kiriye, ji rayedaran daxwaza piştgiriyê dikin.
Li gorî gotina wan, eger piştgiriyeke baş hebe talesêvên herêmê dikarin ji bo xelkê bibin deriyekî dahatê yê girîng.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse