Di xwepêşandanên Rojhilatê Kurdistanê de 5 kes hatine kuştin

20-09-2022
RÛDAW
Li bajarê Mihabadê yê Rojhilatê Kurdistanê hêzên emnî yên Îranê hewl didin rê li xwepêşandana xelkê ya ji bo protestokirina bûyera canjidestdana Jîna Emînî bigirin.
Li bajarê Mihabadê yê Rojhilatê Kurdistanê hêzên emnî yên Îranê hewl didin rê li xwepêşandana xelkê ya ji bo protestokirina bûyera canjidestdana Jîna Emînî bigirin.
Nîşan Jîna Emînî Kurd Rojhilatê Kurdistanê Îran Xwepêşandan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di xwepêşandanên li bajarên Rojhilatê Kurdistanê yên li dijî canjidestdana keça Kurd a 22 salî Jîna Emînî de, li gor zanyariyên Rûdawê û amarên rêxistinên mafên mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê, 5 kesên sivîl ji aliyê hêzên Îranê ve hatine kuştin û zêdetir ji 94 kesên din jî birîndar bûne.

Nerazîbûn û xwepêşandanên ji bo protestokirina bûyera kuştina Jîna Emînî li bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, roja Duşembê 19ê Îlona 2022an di sêyemîn roja xwe de berdewam bûn. Li hin bajaran heta derengiya şevê xwepêşandan û rûbirûbûna di navbera xelkê û hêzên emnî yên Îranê de berdewam bûn.

Li gor zanyariyan, li bajarên Sine, Seqiz, Kamyaran, Dêhgolan, Dîwandere, Mihabad, Bokan û Şino yên Rojhilatê Kurdistanê û herwiha li bajarên Tehran, Kerec, Reşt, Îsfehan û Ehwazê jî li dijî kuştina Jîna Emînî xwepêşandan hatin lidarxistin.

Hêzên emnî yên Îranê li piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistanê bi ava şid, gaza rondikrêj û bi gulleyan destwerdan di xwepêşandanên aştiyane yên ji bo şermezarkirina kuştina Jîna Emînî de kirin û di navbera xelkê ş hêzên Îranê de alozî derket.

Zanyariyên ku ji Rojhilatê Kurdistanê tên, amaje bi wê yekê dikin ku di xwepêşandanên duh û şevê din de hejmarek welatiyên sivîl ji aliyê hêzên Îranê ve hatine kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûne.

Li gor zanyariyên Rûdawê, li bajarê Dîwandere 2 kes, li Seqizê 2 kes û li Dêhgulanê jî kesek hatine kuştin. Herwiha zêdetir ji 94 kesan jî birîndar bûne.

Tora Medyayî ya Rûdawê ji bo piştrastkirina amarên kuştî û birîndaran, bi du rêxistinên mafên mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê re axiviye.

Her li gor zanyariyên Rûdawê, 10 kes li bajarê Sine, 17 kes li Seqizê, 15 kes li Dîwandere, 10 kes li Dêhgulan, 7 kes li Bîcar, 4 kes li Bane, 4 kes li Qurwe, 4 kes li Kamyaranê li sînorê parêzgeha Sineyê birîndar bûne.

Herwiha li parêzgeha Urmiyê jî 12 kes li Mihabadê ku pîrejineke 60 salî di nav de heye, 7 kes li Bokanê ku yek ji wan keçeke 10 salî ye û 4 kes li Tikabê birîndar bûne.

Tê nûkirin….

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst