Hewlêr (Rûdaw) - Çekdarên grûpa Ehrar El-Şerqiye ya girêdayî Tirkiyê bi tohmeta diziyê malbateke Kurd ji gundê Xaltanê yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê derxistin.
Li gor çavkaniyên xwecihî, çekdarên grûpa Ehrar El-Şerqiye ya girêdayî Tirkiyê malbateke Kurd ji gundê Xaltanê derxistine.
Çekdaran, ew malbata Kurd bi diziya ji bircên înternetê yên li navçeyê tohmetbar kirine û her bi wê sedemê ew malbat ji gund derxistin.
Li gor gahiyan, çekdarên Ehrar El-Şerqiye dest danîn ser mal û milkên wê malbata Kurd jî.
Heman çavkanî dibêjin, çekdarên ser bi Tirkiyê ve li ber çavê gundiyan êrîşî endamên malbatê kirine, li wan dane û sivikatî bi wan kirine.
Li gor zaniyariyan, ew malbata Kurd niha li navenda navçeya Cindirêsê ye û li benda çarenivîsa xwe ya nediyar in.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse