Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgariya Amedê, bi hinceta “ewlehî û seqamgîriya raya giştî” ji bo îro 20ê Cotmeha 2022an li bajêr qedexeya xwepêşendan û çalakiyan ragihand.
Di daxuyaniya Parêzgariya Amedê de hate amajekirin ku li dijî operasyonên “li derveyî sînor” ên Hezên Çekdar ên Tirkiyeyê bangewazî têne kirin û nîşaneyên micid ên ku ewlehî û seqamgîriya raya giştî qetûbir dikin hene.
Parêzgariyê ragihand ku ji ber van sedeman îro 20ê Cotmehê di navbera demjimêr 00:01 ta 23:59an de bo rojekê qedexeya çalakiyên rûniştinê, meşê û daxuyaniyên çapemeniyê hatiye îlankirin.
Parêzgariyê herwiha dî dewama daxwiyaniya xwe de ragihand ku operasyonên wan ên li dijî PKKê bi awayekî serkeftî didomin û armanca van hewldanan ev e ku pêşîya van serkeftinan were girtin.
Her îro bi sedemên cuda li parêzgehên Riha û Dîlokê jî qedexeya çalakiyan hat ragihandin.
Li her du parêzgehên Bedlîs û Colemêrgê jî qedexeya çalakiyan hat dirêjkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse