Ramazan Demîr piştî 30 salan hat berdan

20-10-2025
RÛDAW
Nîşan Ramazan Demîr Girtiyê Siyasî Amed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ramazan Demîrê ku 30 sal di girtîgehê de ma, piştî ku hat berdan li bajarê xwe Amedê ji aliyê girseyeke qelebalix ve bi coş hate pêşwazîkirin.

Demîr sala 1994an li Çewligê hatibû girtin û cezayê heta hetayê li wî hatibû birîn.

Bi çepik û tililiyan hat pêşwazîkirin

Ramazan Demîr duh ji Girtîgeha Karabukê hat berdan û ber bi bajarê xwe Amedê ve bi rê ket.

Demîr li pêşiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Amedê (TUAY-DER) bi girseyî hate pêşwazîkirin.

Endamên malbata Demîr, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî di nav de gelek kes amade bûn.

"Divê îktîdar aştiyeke birûmet ava bike"

Li gorî nûçeya MAyê Ramazan Demîr di axaftina xwe ya pêşwazîkirinê de diyar kir ku pêwîst e têkoşîn li gorî ruhê demê bê meşandin.

Wî herwiha bal kişand ser rewşa girtiyên din ên ku cezayê wan qediyaye lê nayên û got, “Divê îktîdar pirsgirêka aştiyê bi ciddiyet bigire dest.”

30 sal di girtîgehên cuda de ma

Ramazan Demîr di pêvajoya 30 salên girtîbûnê de li girtîgehên Amed, Ordu, Meletî û Karabukê hatiye ragirtin.

Hat zanîn ku wî 14 salên dawî li Girtîgeha Tîpa Tyê ya Karabukê derbas kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst