Nêçîrvan Barzanî: Em ji tayînkirina Mark Savaya kêfxweş in

20-10-2025
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Mark Savaya Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Îraqê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku ew ji tayînkirina Mark Savaya wekî Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Îraqê kêfxweş in.

Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku ev biryar ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê di warê bi pêşxistina aramiya herêmî û berjewendiyên hevbeş de xwedî girîngiyeke stratejîk e.

"Girîngiya stratejîk hat destnîşankirin"

Serokê Amerîkayê Donald Trump, Mark Savayayê Kildanî kir Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Îraqê.

Serok Barzanî li ser tayînkirina Savaya li ser hesabê xwe yê platforma medyaya civakî ya Xê ev daxuyanî da:

"Ez ji tayînkirina Mark Savaya wekî Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Îraqê ji aliyê Serokê Amerîkayê Donald Trump ve kêfxweş im."

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku ev tayînkirin ne tenê wezîfedarkirineke dîplomatîk e her wiha di heman demê de ji bo hevsengiyên siyasî û stratejîk ên herêmê xwedî wateyeke kûr e.

Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniya xwe de got, “Ev biryar, careke din girîngiya stratejîk a Iraq û Herêma Kurdistanê di bi pêşxistina berjewendiyên me yên hevbeş û aramiya herêmê de nîşan dide.”

Trump: "Kesayetekî serekî ye"

Serokê Amerîkayê Donald Trump îro li ser hesabê xwe yê Truth Social ragihandibû ku wî Mark Savaya wekî Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Îraqê tayîn kiriye.

Trump bal kişandibû ser têgihîştina kûr a Savaya ya derbarê pêwendiyên di navbera Washingtin û Bexdayê de û gotibû:

"Mark di kampanyaya min a hilbijartinê ya li Michiganê de aktorekî serekî bû, li wir wî û kesên din ji bo bidestxistina dengekî rekor di nav Misilmanên Amerîkayê de alîkarî kir. Pîroz be, Mark!"

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst