Mark Savaya: Ez bi çend dosyayên girîng diçim Îraqê

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Pete Hegseth Mark Savaya Amerîka Îraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Îraqê ragihand ku wî li Koşka Spî zincîreyek civînên "girîng" bi Wezîrê Parastinê û berpirsê dijeterorê yê welatê xwe re pêk aniye.

Mark Savaya diyar kir ku wan "nexşerêyek" ji bo qonaxa bê ya Îraqê daniye.

Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Îraqê li ser hesabê xwe yê Xê postek belav kir û got:

"Îro li Koşka Spî min bi Wezîrê Parastinê Pete Hegseth û Birêveberê Ajansa Rûbirûbûna Terorê Dr. Sebastian Gorka civîneke berhemdar re pêk anî."

Mark Savaya amaje bi wê yekê kir ku wan li hev kiriye wan mijarên ku gotûbêj li ser kirine, bikin ajandaya sereke ya serdana wî ya çaverêkirî ya ji bo Îraqê.

Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Îraqê got, "Li wir [li Îraqê] ez dê ji bo rûbirûbûna rewşê bi biryarderên pêwendîdar re bicivim, ev jî ji bo berjewendiya gelê Îraqê ye."

Savayayê ku ji 19ê Çiriya Pêşîn a sala borî ve wekî Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Îraqê dest bi karê xwe kiriye, berê çend caran teqez kiribû ku ew dê di demeke nêzîk de ji bo yekalîkirina çend mijaran serdana Bexdayê bike.

Li gorî zanyariyan, di wê serdanê de Savaya dê li ser çar dosyayên hestiyar kar bike ku birêvebiriya Amerîkayê bi giringî li wan dinêre.

Ew dosye jî ev in: Kêmkirina hegemonyaya Îranê ya li Îraqê, nehiştina çekan di destê komên çekdar ên nêzîkî Tehranê de, pêkanîna çaksaziya bingehîn di sîstema darayî de û rêkxistina kerta bankî ya Îraqê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst