Tevgera Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê zêde bûye

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Hêzên Amerîkayê Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tevgera hêzên asmanî û bejahî yên Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê û bakur û rojhilatê Sûriyeyê zêde bûye.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, piştî êrişa şeva borî ya li dijî hinek cihên DAIŞê yên li nav axa Sûriyeyê, tevgera hêzên Amerîkayê li herêmê zêde bûye.

"Balafir li asmanê Dêrezorê ne"

Îro danê nîvro, hinek balafirên şer ên Amerîkayê li asmanê gundewarê rojavayê Dêrezorê firiyan û ber bi çoltera naverasta Sûriyeyê ve çûn.

Karwanê leşkerî li Hisîçayê

Her îro, karwanekî hêzên Amerîkayê ku ji çend zirxpoş û wesayîtên leşkerî pêk hatibû, li ser rêya di navbera bajarên Hisîça û Reqayê de geriya.

Operasyona hevpar a bi Urdinê re

Ev zêdebûna tevgera hêzên Amerîkayê li herêmê, piştî daxuyaniya Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) tê.

CENTCOMê ragihandibû ku wan bi hevahengiya li gel artêşa Urdinê, nêzîkî 70 cihên cuda li Sûriyeyê kirine hedef ku piraniya wan binesazî û embarên çekan ên DAIŞê bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst