HSDyê encama 8 çalakiyên xwe eşkere kir

21-01-2024
RÛDAW
Nîşan HSD
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Navenda Ragihandinê ya HSDyê diyar kir ku wan “Di çarçoveya mafê parastina rewa de, li dijî baregehên Tirkiye 8 çalakî li dar xistine.”

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) diyar kir ku di encama çalakiyan de 17 endamên grûpên çekdar û 2 leşkerên Tirkiyeyê hatine kuştin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têkildarî çalakiyên xwe yên li herêmê daxuyanî da.

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) herwiha wêne û dîmenên çalakiyê jî parve kirin.

HSDyê diyar kir ku hêzên wan “Di çarçoveya mafê parastina rewa de li hemberî êrişên dewleta Tirkiyeyê, li dijî baregehên dewleta Tirkiye û çeteyên wê yên li herêmên cuda çalakî li dar xistine.”

HSDyê di berdewamiya daxuyaniya xwe de got:

“15ê Kanûna Paşînê, demjimêr 22:30ê hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê çalakiyek li dijî xaleke çeteyên dewleta Tirkiyeyê ya li gundê Siyadê li dar xist û di encamê de 4 çete hatin kuştin.”

HSDyê agahiyên çalakiyên xwe yên ku bi awayekî hemwext li dar xistine parve kir:

“Hêzên me 17ê Kanûna Paşînê, li navçeya Eyn Îsayê, bi çekên giran li dijî xala kontrolê û baregeha dewleta Tirkiryeyê ya li gundê Şirkirakê çalakî li dar xist.

Di heman rojê de, baregeha Tirkiyeyê ya li gundê Tînayê û mezrayeke gundê Meliqê yê bajarê Girê Spiyê kirin hedef.”

HSDyê diyar kir ku hêzên wan bi awayekî hemwext li dijî baregeha dewleta Tirkiyeyê ya li gundê Selîbiyê yê bajarê Girê Spiyê çalakî li dar xistin.

HSDyê ragihand ku piştî çalakiyê di navbera hêzên wan û leşkerên Tirkiye û grûpên ser bi wê ve şerekî dijwar dest pê kir.

HSDyê di berdewamiya daxuyaniyê de got:

“Di encama her çar êrişan de 13 çete û 2 leşkerên dewleta Tirkiyeyê hatin kuştin.”

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk diyar kir ku bi giştî 8 çalakî hatine encamdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst