HSDyê bersiv da Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê û amarên binpêkirinan belav kirin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan HSD Wezareta Parastinê ya Sûriyeyê Agirbest Binpêkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku tevî agirbestê jî komên girêdayî Şamê ve êrişî herêmên Cizîr û Kobaniyê dikin û di encamê de jinek şehîd ketiye.

HSDyê her wiha îdiayên Wezîrê Parastinê yê Sûriyeyê yên li ser teqîna Til Koçerê jî red kirin.

HSDyê di daxuyaniya xwe ya îro de diyar kir ku tevî agirbest ketiye meriyetê jî, “komên girêdayî Şamê êrişên xwe yên li ser herêmên Cizîr û Kobaniyê didomînin ku ev yek binpêkirineke eşkere ya şertên peymanê ye.”

Agirbest doh (20ê Kanûna Paşîn) saet 20:00an ketibû meriyetê lê êriş nehatin rawestandin.

Lîsteya binpêkirinan a HSDyê

HSDyê lîsteya êrişên ku piştî ragihandina agirbestê hatine kirin wiha rêz kir:

Doh saet 20:10an: Bajarokê Zirganê yê li bakurê Hisîçayê bi topên giran hat topbarankirin û topbaranê zêdetirî saetekê ajot.

Doh saet 20:20î: Li gundê Til Barûdê yê li ser rêya Abyad-Abyad a li başûrê Hisîçayê bi çekên giran êriş hat kirin.

Îro saet 11:30î: Li derdora bajarê Sirînê êrişî hêzên HSDyê hat kirin, şervanan bersiv da û êriş têk bir.

Îro saet 11:45an: Karwanekî komên ser bi Şamê ve li gundê Basil ê li ser rêya Abyad-Abyad (li başûrê Hisîçayê) êrişî hêzên HSDyê kir.

Îro saet 14:10an: Êrişa duyem a li ser hêzên HSDyê li derdora bajarê Sirînê yê li başûrê Kobaniyê pêk hat û hat şikandin.

Îro saet 14:45an: Gundê Hemdûnê yê li başûrê Kobaniyê bi çekên giran hat topbarankirin û di encamê de jinek şehîd ket.

HSDyê tekez kir ku ew pabendî agirbestê ne û bangî aliyên garantor û civaka navneteweyî kir ku berpirsyariya xwe bi cih bînin, sivîlan biparêzin û rê li ber van binpêkirinan bigirin.

"Me êrişî Til Koçerê nekiriye"

Li aliyê din, HSDyê daxuyaniyeke din jî derbarê teqîna li Til Koçerê belav kir.

HSDyê daxuyaniya Wezîrê Parastinê yê hikûmeta Şamê ya ku digot "Hêzên me (HSD) êrişî depoyeke cebilxaneyê ya li herêma Til Koçerê (Yarûbiyye) kiriye" bi tundî red kir.

Navenda Ragihandinê ya HSDyê diyar kir ku ti tevgera wan a leşkerî li wê herêmê çênebûye û ti operasyon nekiriye.

Li gorî zanyariyên HSDyê, teqîn di dema veguhastina cebilxaneyê ya ji aliyê komên Şamê ve ji ber qezayekê rû daye û ti pêwendiya hêzên Kurdan pê re nîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst