Hewlêr (Rûdaw) - Piştî 10 salan ji dawîbûna xîlafeta DAIŞê, hîn jî çarenivîsa hezaran jin û zarokên wê rêxistinê yên li Kampa Rojê ya Rojavayê Kurdistanê ne diyar e.
Ew xwedî nasnameyên nêzîkî 50 welatên cuda ne.
Hinek ji wan dixwazin vegerin welatên xwe, hinek jî hîn xwedî bîr û baweriyên tundrew in.
Dîwarekî dirêj cîhana derve ji vê cîhana biçûk a Kampa Rojê vediqetîne.
Alma Îsmaîlov, jineke 43 salî ya xelkê Sirbistanê ye û dayîka 4 zarokan e.
Du zarokên wê ji çekdarekî DAIŞê yê Bosnayî ne û du zarokên wê yên din jî ji du çekdarên Îraqî û Siûdî ne.
"Em dixwazin vegerin welatên xwe"
Almayê ji Rûdawê re got, "Sala 2014an ez bi malbata xwe re hatim Sûriyeyê.
Hevjînê min xelkê Bosnayê bû û hat kuştin. Piştî kuştina wî, min zarokên xwe girtin û ji nav DAIŞê derketim.
Sala 2016an ez hatim vir û ev 7 sal in ez li vir im."
Wê jina Sirbî piştî kuştina hevjînê xwe yê yekem, bi çekdarekî Îraqî re zewicîbû û ew jî hatibû kuştin.
Niha daxwaza wê ya yekane ew e ku vegere welatê xwe û dibêje:
"Em gelekî westiyane, ez dixwazim bi zarokên xwe re vegerim Sirbistanê."
Sacîde Elî ya 52 salî ji Ozbekistanê ye û dayîka 10 zarokan e. Ew jî wekî Almayê dixwaze vegere.
Sacîde dibêje, "Destpêkê em li Tirkiyeyê bûn, ji ber bihabûnê em hatin vir.
Tenê salekê ez bi DAIŞê re mam. Piştî ku me dît her tişt şaş e û zilm heye, em hatin vir.
Ez dixwazim vegerim cem dê û bavê xwe ku kal û pîr û nexweş in."
Elîsa Waqf, jineke 36 salî ya ji Azerbeycanê ye û bi tirs ji nav konê xwe ji Rûdawê re axivî.
Ew dibêje ku sala 2015an çûye Sûriyeyê û navê hevjînê wê "Cavid Huseynov" e.
Elîsa dibêje, "Belê, ez dixwazim vegerim welatê xwe.
Keça min dixwaze biçe dibistanê û bibe bijîşk. Ez bi xwe terzî me û dixwazim dest bi jiyaneke nû bikim."
Li gel van daxwazan, hîn jî beşek ji jinên kampê naxwazin vegerin welatên xwe û xwedî bîr û baweriyên tundrew in.
Jineke ji Maldîvê ku dayîka sê zarokan e, amade nebû biaxive û got, "Ez ji mirovan û ji her kesî ditirsim."
"Rêxistinên veşartî ava kirine"
Nûçegihanê Rûdawê ji nav kampê radigihîne, "Ev der herêmeke metirsîdar e.
Ji ber ku beşek ji niştecihên wê hîn jî xwedî bîr û baweriyên tundrew in û wan rêxistinên veşartî ji bo perwerdekirina nifşeke nû li ser şopa bavên xwe yên kuştî ava kirine."
Li Kampa Rojê 2 hezar û 201 jin û zarok dijîn ku sêyeka vê hejmarê zarok in.
Piştî ku Kampa Holê ket bin kontrola Artêşa Ereban a Sûriyeyê, niha Roj yekane kampa jin û zarokên DAIŞê ye li Rojavayê Kurdistanê ku şervan wê diparêzin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse