Li Colemêrgê Newroz bi ahengeke mezin hat pêşwazîkirin

21-03-2023
Şewket Herkî
Şewket Herkî
Li Colemêrgê bi ahengeke mezin hat pêşwazîkirin
Li Colemêrgê bi ahengeke mezin hat pêşwazîkirin
Nîşan Newroz Colemêrg
A+ A-

Colemêrg (Rûdaw) - Li parêzgahê Colemêrgê Newroz bi ahengeke mezin hat pêşwazîkirin. Di ahenga newrozê de xelkê Colemêrgê, parlementerên HDP Meral Daniş Beştaş û Sait Dede û berpirsên HDPê yên parêzgahê Colemêrgê beşdar bûn.

Bi cilûbergên xwe yên rengîn xelkê Colemêrgê derbasi qada Newrozê bûn û hatina Newrozê li ber Çiyayê Simbilê bi çoşeke mezin pîrozkirin.

Hemwelatî Huseyin Musa Sadiq jî got: “Ez Newroza Kurdistanê pîroz dikim hêvî dikim Newroz bibe serkevtina gelê me, Xwedê tifaqê bide gelê kurd.”

Xelk di bin kontrola asayişe de derbasi qadê bun û berpirsê asayişa Colemêrgê bi xwe jî seredana qada Newrozê kir. Xelkê hêviyên  xwe ji bo aştî u azadiyê dubare kirin.

Hemwelatî Songul Şahîn jî got: “Em aştî û azadî dixwazin inşellah em dê biserkevin Newroza me gellek xweş bû.”

Hemwelatî Mistefa Acar jî got: “Dema mirov dibêje Newroz azadî tê bîra mirovan dema mirov dibêje newroz bihar û bêhna gul rihan û beybûnan tê bîra mirov.”

Li seranserê parêzgaha Colemêrgê îsal newroz bêyî kêşe û arişe bi beşdariyeke  berfireh a xelkê  hat pêşwazîkirin

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst