Nêçîrvan Barzanî û Fermandarê Koalîsyonê civiyan

21-05-2025
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî General Kevin C. Leahy Koalîsyon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Fermandarê Koalîsyona Navneteweyî yê Îraq û Sûriyeyê General Kevin C. Leahy li hev civiyan.

Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn ku Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê Herêma Kurdistanê jî tev li civînê bûye.

Li gorî daxuyaniya Serokatiyê, “rûdanên dawî yên li ser rewşa ewlehiya Îraq û Sûriyeyê û gef û metirsiyên rêxistina terorîst a DAIŞê yên li ser ewlehî û aramiyê” hatine nirxandin.

Nêçîrvan Barzanî û General Kevin C. Leahy teqez kiriye ku girîng e hevkariya Koalîsyon, Îraq û Herêma Kurdistanê ya ji bo têkoşîna li dijî terorê berdewam bike.

Her wiha wan daye zanîn ku girîng e şiyana hêzên ewlehiyê were bihêztirkirin.

Serokatiyê diyar kir ku “reformên di Wezareta Pêşmergeyan de” û “hevahengiya di navbera dezgehên Herêma Kurdistanê û hêzên Koalîsyonê de” jî hatine nirxandin.

Li hêla din, “girîngiya hevbendiyên dirêjdem ên ji bo avakirina ewlehî û aramiyê” mijareke din a civînê bû.

Nêçîrvan Barzanî û General Kevin C. Leahy civiyan / Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst