Serok Barzanî û Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê civiyan

21-06-2021
RÛDAW
Nîşan Serok Barzanî Serok Mesûd Barzanî Balyozê Amerîkayê Matthew H. Tueller
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Barzanî û Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê Matthew H. Tueller îro civiyan û rewşa siyasî û ewlehî ya li Iraqê û Herêma Kurdistanê gotûbêj kirin.

Roja Dûşem 21ê Hezîrana 2021 li bajarokê Selahedînê serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê Matthew H. Tueller û şandeke pê re kir.

Di hevdîtinê de rewşa siyasî û hilbijartinên paşerojê yên Iraqê û metirsî û gefên li ser proseya siyasî ya Iraqê hatin gotûbêjkirin.

Baregeha Barzanî têkildarî hevdîtinê di daxuyaniyeke nivîskî de ragihandiye: “Balyozê Amerîkayê sersaxî ji Serok Barzanî re xwest, ji bo şehîdbûna wan pêşmergeyên ku di dema derbasbûyî de bi destê çekdarên PKKê hatibûn şehîdkirin û tekez li wê yekê kir ku ji bo welatê wan, aramiya Herêma Kurdistan û Iraqê giringiyeke xwe ya taybet heye û Herêma Kurdistanê jî mînakeke ji bo aramî û vejînê li gor beşên din ên Iraqê.”

Li gor daxuyaniyê, her di vê hevdîtinê de “pêngavên ji bo yekxistin û rêkxistina Pêşmerge û çaksaziya di Wezareta Pêşmerge de û herwiha danîna navendên hemahengiyê di navbera Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê û hêzên Iraqî de ji bo rûbirûbûna gefa terorê” bilind hat nirxandin.

Asta zanîngehên Herêmê û hewlên ji bo pêşxistina zanîngehên Herêma Kurdistanê û bandora wan a li ser paşeroja Herêma Kurdistanê mijareke dinê a vê civînê bûye.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst